Şagirtê dibistana Osman Sebrî me

Rizoyê Xerzî

1 deqe xwendin
Şagirtê dibistana Osman Sebrî me

Rizoyê Xerzî

Em vê carê li pey şopa hin navên ku bi tîpên zêrîn di dîroka wêjeya kurdî de hatine nivîsandin ketin û me dîsa berê xwe da Rojava. Der barê bîranînên bi Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj, Rewşen Bedirxan û hin mijarin din de me ev sohbet bi nivîskar Dilawerê Zengî re kir.

Tu dikarî ji kerema xwe behsa çîroka xwe ya nivîsandina bi kurdî bikî, kengî û çawa dest pê kir? Her wiha helbesta te ya yekemîn kengî hat nivîsandin û çi bû?
Di sala 1977’an de, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Ez li ber destê dayikeke welatparêz û bavekî miletperwer mezin bûm. Ewana akameke (bandoreke) pir mezin li jiyana min a nivîskarî û ramyariyê kir. Hezkirina kurdayetiyê di dilê min de çandin. Di vî warî de, gelek cefakêşî û dijwarî ji bo min kişandin. Bandora şêxê welatparêz û miletperwer Şêx Sedredînê Bavê Kal (dostê bavê min bû) jî pir li min hebû û li ber destê wî fêrî nivîsandin û xwendina zimanê kurdî bûm û bi alîkariya wî min her du helbestvanên gewre Cegerxwînê nemir û Seydayê Tîrêj nas kirin. Helbesta pêşî ku min nivîsand bi navê Ey Felek bû. Heta bi vê rojê jî min ew helbest nedaye belavkirin. Sedema nebelavkirina wê helbestê jî ev bû: Min bi çavekî pir tarî li dinyanê dimeyzand. Ji ber vê rewşê min navê helbesta xwe kiribû Ey Felek. Bi rastî felek li serê min geriyabû. Ez xortekî 16 salî bûm, barê malê ket ser milê min û xwêya malê ji min hat xwestin. Ji bêçareyî min berê xwe da bajarê Şamê. Li wir min têkoşerê gewre Osman Sebrî nas kir.

Te gelek salan têkilî bi rêzdar Osman Sebrî re daniye. Tu dikarî ji kerema xwe behsa wê têkiliyê û serboriyeke xwe ya pê re bikî?
Ji sala 1983’an heta bi roja koçkirina wî, têkiliyên me her berdewam bûn. Seydayê gewre Osman Sebrî (1905-1993) dostê bavê min bû, mamosteyê minê ziman û nivîsandina pexşaneyê bû. Mamosteyekî rastgo, zana û pir mêr bû. Serê xwe ji dijminê xwe re neditewand. Bêguman, haveynê mêranî û zanebûnê bi hev re di mirovekî de li hev nagerin û ne tên meyandin. Rêzgirtin û mezinahiya nemir Osman Sebrî ji ber van her du xalan tê; ne tenê navekî di meydana têkoşîn, xebat û şer û cengan de geş û navdar e. Lê belê, mirovekî zana, rewşenbîr û nivîskarekî gewre ye. Ango, ne mirovekî normal e. Li ber destê wî ez hînî awayê kar û xebatê bûm. Rola O. Sebrî di miştomalkirina behre û berhemên min ên wêjeyî û ramanî de balkêş û sereke bû. Bi serbilindî dibêjim: Ez ji şagirtên dibistana O. Sebrî me. Li vir serpêhatiyek hat bîra min û avendeyê gotinê ye. Helbestvanekî kurd bi zimanê erebî helbest dinivîsandin. Pir xwe qure û pozbilind didît. Her bi zimanê erebî û hunera xwe hilkêş bû. Li Şamê bû mêvanê min, ji xwe Seydayê Tîrêj jî mêvanê min bû. Ji min xwest ku em bi hev re herin mala Apê Osman. Em bi hev re çûn. Piştî silav û bi xêrhatinê helbestvanê

Nûçeyên Eleqedar