Şande li Zaxoyê hat pêşwazîkirin
Şandeya DEM Partî û DBPê ya ji bo biçe rojavayê Kurdistanê ji deriyê sînor ê Xabûrê derbas bûye, gihişt Zaxoyê.

Şandeya hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê de ne ji bo biçin serdana rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bûn. Şande, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Başûr bû. Şande dê ji vir berê xwe bide Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê rojavayê Kurdistanê. Şande, dê bi partiyên siyasî û nûnerên dînamîkên siyasî yên herêmê re hevdîtinan bike.
Navê kesên di şandeyê de cih digirin wiha ne: “Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Îmam Taşçier, berdevka SODAPê Kezban Konukçu, berdevka TJAyê Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, rêveberê OHDê Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan, serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û endamê Lijneya Rêveber a Baroya Êlihê Rûstem Siyahtaş.”


