Şandeya DEM Partî dê nameyan radestê serokên YNKê û PDKê bike

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê di serdana xwe de ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê, du nameyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan radestî serokê PDKê Mesûd Barzanî û serokê YNKê Bafil Celal Talebanî bike.

1 deqe xwendin

Tê payîn ku di naveroka nameyên xwe de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan der barê pêvajoya çareseriya ya pirsgirêka kurd de agehiyan bi serokên YNKê û PDKê re parve bike.

Rayedarên DEM Partî diyar kirin ku Şandeya Îmraliyê ya partiya wan, dê 16ê sibatê serdana Hewlêr û 17ê sibatê jî serdana Silêmaniyê bikin.

Di van serdanan de jî wê şande bi rayedarên herdu partiyên li Herêma Başûrê Kurdistanê re bicive.