Şandeya DEM Partî û DBPê serdana navenda MSDê a li Qamişlo kir
Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana navenda MSDê ya li bajarê Qamişlo kirin.

Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana navenda MSDê ya li bajarê Qamişlo kirin.
Îro Şandeya DEM Partî û DBP ku cihê xwe di Konferansa Yekrêzî û Yekhwelsta Kurdî ya li Rojava de girtin, serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk MSDê ya li bajarê Qamişlo kirin.
Rêveber û Endamên MSDê pêşwaziya şandeyê kirin.
Endamên şandê jî kêfxweşiya xwe derbarê serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Her wiha her du aliyan, tekezî li ser girîngiya xurtkirina Yekitiya kurdan kirin û gotin: ”Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bersiva banga dîrokî ya rêber Apo bû”.
Bi serdana navenda MSDê ya Qamişlo şandeyê rêzegerên xwe bi dawî kir.


