Şandeya DEMê bi Partiya Saadetê re hevdîtin pêk anî
Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû navenda Partiya Saadetê.

Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû navenda Partiya Saadetê. Şande, ji hêla serokê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û serokwekîlê Koma Meclisê Bulent Kaya û parlamenter Mesût Dogan ve hat pêşwazîkirin.
Di dawiya hevdîtinê de li ser navê şandeyê Sirri Sûreyya Onder spasiya Partiya Saadetê kir û wiha got: “Di encama pêvajoyê de em ê daxuyanî bidin. Em hêvî dikin ku tu tiştek ji xweşk û biratiya vî welatê wêdetir tuneye. Em ê vê wekheviyê bi hevkarî pêk bînin. Di astiyê de kes winda nake.”
Serokê Partiya Saadetê Mahmût Arikan got ew ji aliyê şandeyê ve di mijara pêvajoyê de hatine agahdarkirin û got: “Di demeke nêz de ji bo pêvajoyê em ê hewl bidin piştgirî bidin wan.”


