Şandeya DEMê ya ku ji 7 kesan pêk tê dê sibê biçe Îmraliyê

Şandeya Dem Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina sêyemîn ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re serlêdan kiribû.

1 deqe xwendin
Şandeya DEMê ya ku ji 7 kesan pêk tê dê sibê biçe Îmraliyê

Şandeya Dem Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina sêyemîn ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re serlêdan kiribû.

Serlêdana heyetê hat qebûlkirin û ji aliyê DEM Partiyê ve hat aşkere kirin ku dê sibê Pervîn Bûldan, Sirri Sûreyya Onder, Ahmet Turk, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakırhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.