Şandeya HDK, DEM Partî û DBP li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hate gotin: “Şandeya ji Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Endamê me yê Desteya Rêveberiya Navendî Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê...

1 deqe xwendin
Şandeya HDK, DEM Partî û DBP li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hate gotin: “Şandeya ji Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Endamê me yê Desteya Rêveberiya Navendî Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBPê Mûrat Sarisaç, Parlamentera me Salîha Aydenîz, Hevberdevkê me yê Meclîsa Ciwanan Rezan Kaganarslan û nûnerê DEM Partiyê yê li Hewlêrê Mûrat Şen li Hewlêrê hevdîtinan dike.”
Hate ragihandin ku têkildarî Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo wê li Hewlêrê bi partiyên siyasî, kesayet û rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtin bê kirin.
Şandeyek bi heman rengî beriya niha li Silêmaniyeyê hevdîtinên bi heman rengî kiribû û têkildarî pêvajoyê danûstandin kiribû.