Şandeya Îmraliyê dê ji bo hevdîtinê serlêdan bike

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Şandeya DEM Partiyê ku dê biçe Îmraliyê ji bo çûna duyemîn hê serî li wan nedaye û wiha got: “Ji bo çûna hevdîtina duyemîn hê jî...

1 deqe xwendin
Şandeya Îmraliyê dê ji bo hevdîtinê serlêdan bike

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Şandeya DEM Partiyê ku dê biçe Îmraliyê ji bo çûna duyemîn hê serî li wan nedaye û wiha got: “Ji bo çûna hevdîtina duyemîn hê jî xwestekek ji me re nehatiye. Dema xwestek hebe em ê li gorî rewşê biryar bidin.”

Şandeya Îmraliyê: Em ê serlêdanê bikin

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Em ê ji bo hefteya pêşiya me di demek kin de serlêdanê bikin.”

Herwiha Şandeyê da zanîn ku ew ê 17ê çile têkildarî hevdîtina li Îmraliyê û hevdîtina li gel partiyên siyasî dê daxuyaniyek berfireh bi raya giştî re parve bikin.

Di rojên pêş de tê payîn şande serlêdanê bike û biçe li Îmraliyê li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtina duyemîn pêk bîne.