Şandeya ji Bakur gihişt Rojava
Şandeya ji bakurê Kurdistanê ku berê xwe da Rojava, gihişt Herêma Federe ya Kurdistanê û ji wir derbasî Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bû.

Şandeya ku hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, wekîl û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tê de cih digirin, ji bo serdana rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû.
Şande, li Zaxoyê ji hêla nûnerên partiyên Zehmetkêşan, Hizba Komûnîst, Bizot Newî Kurdistan û Yekitiya Zaxoyê ve hat pêşwazîknirin. Piştî pêşwazîkirinê, şandeyê bi nûnerên partiyan re hevdîtin kir.
Piştre jî şande derbasî Deriyê Sînor ê Sêmelkayê bû. Şande ji aliyê hevserokên PYDê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hat pêşwazîkirin.
Şande dê bi hêz û partiyên Rojava re hevdîtinan pêk bîne.


