Şandeyê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da.

1 deqe xwendin
Şandeyê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.

Daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê bi vî rengî ye:

“Ji çapemeniyê û raya giştî re,

Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 25ê Tîrmeha 2025an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke sê saet û nîvan pêk anî. Me têkildarî hevdîtinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstendin kir.

Têkildarî merasîma îmhakirina çekan a di 11ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin. Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye.

Destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li Meclisêberfireh be û bi rêbazeke berfireh tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.

Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand.

Silav û rêz.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê

26ê Tîrmeha 2025’an.”