Şaredariya Geverê Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş vekir
Şaredariya Geverê, li taxa Gungorê bi armanca piştgiriya jinan Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş vekir.

Şaredariya Geverê ya Colemêrgê, li taxa Gungorê Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş vekir. Gelek jin beşdarî vekirinê bûn. Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul di vekirinê de diyar kir ku armanca vekirina navendê mezinikirina piştgiriya jinan e. Şadiye Kirmizigul bi bîr xist ku Gever di çarçoveya projeya bajarên jinan de yek ji şaredariyên hatî hilbijartin e û got: “Pêwîst e jin hev biparêzin. Li bajarekî wisa xweş hewcedariya me bi saziyeke wisa hebû. Pêwîst e jin di warên civakî, çandî û hiqûqî de werin piştgirîkirin. Ev navend wê bibe qadeke ku jin tê de bên cem hev, piştgiriya xwe mezin bikin, ji pirsgirêkên xwe re çareseriyên hevpar bibînin û xebatên cihêreng bimeşînin.”
Piştî axaftinan, navend bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî, azad dike Rêbertî” hat vekirin.
Vekirin, bi gerandina govendê bi dawî bû.


