Saziyek an jî zimanzanek nikare zimanekî biafirîne

Wekî hûn dizanin di 22-23’yê mijdara 2019’an da komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî hatibû pêkanîn û li ser mijarên ziman û çandê, danûstandin û gengeşe hatibûn kirin û ji aliyê 45 kesan ve...

1 deqe xwendin
Saziyek an jî zimanzanek nikare zimanekî biafirîne

Wekî hûn dizanin di 22-23’yê mijdara 2019’an da komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî hatibû pêkanîn û li ser mijarên ziman û çandê, danûstandin û gengeşe hatibûn kirin û ji aliyê 45 kesan ve bangewaziya pêkanîna komcivîneke berfireh hatibû kirin. Piştî wê bangewaziyê di 11-12’ê sibata 2020’an de li Amedê bi beşdariya nêzî 300 xemxurên ziman û çanda kurdî komcivînek hat lidarxistin. Ji bo agahiyên der barê van xebatan de, me vê hejmarê bi endamê Lijneya Şêwrê ya Tora Ziman û Çanda Kurdî Omer Fîdan re ev hevpeyvîn kir.

Di 11-12’ê meha sibata 2020’an de li Amedê bi beşdariya nêzî 300 kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî komcivînek hat lidarxistin û di wir de biryara hin xebatan hate girtin. We planeke çawa ji bo xebatên xwe amade kiribû û ew plan di çi astê de ye?

Di destpêka vê xebatê de me bi gelek kes û aliyan re hevdîtin kirin û me dixwest ku em xebateke berfireh a her kesî bigire nav xwe bikin. Me dixwest ku hemû qad beşdar bibin, ji ber ziman û çandhemû qadan eleqedar dike. Bi vî rengî dema ku dest bi xebatê bû, nav û plansaziyeke vê xebatê tune bû. Loma jî kes û saziyên beşdarî vê xebatê bûn nav li xwe kirin û plansaziyeke xebatê dan ber xwe.

Ev xebat bi tevlêbûna wan 300 kesên di qadên xwe de pispor hatin ba hev û bi 12 maseyan xebat pêk hat. Vê yekê sînerjiyeke gelekî baş û hêviyeke xurt da. Lijneyeke şêwrê hate avakirin û wan jî ji nav xwe sekreteryayeke nû ava kir ji bo kar û xebatan bi rê ve bibe. Ji xwe berê her mase an jî qadekê ji wan 12 maseyan pêşinyarên xwe yên xebatê kiribûn.

Niha xebatên qadî didomin lê di têgihiştina wateya torê de hin problem hene. Gelek kes û saziyên ku bixwe endamên torê ne li hêviya kar û xebatên kesên di rêveberiyê û sekreteryayê de ne dimînin. Tor ne ew e, divê hemû endamên torê û maseyên ku hatibûn dabeşkirin di nav xwe de kar û xebatên xwe bikin. Di dema dawî de ji ber rewşa belavbûna nexweşiya koronayê gelek tişt hatine guhertin û bandoreke neyênî li ser xebatên me jî kiriye.

Heta niha ji wê plana we dabû pêşiya xwe çi pêk hatiye, rexne li we tên kirin ku xebatên we di nav gel de tune ne?

Wekî di wê civînê de hatibû diyarkirin ku diviyabû her temayek (maseyek) ji wan ji xwe re karnameyekê amade bike. Karnameyeke demkurt û yeke demdirêj û bidin xuyakirin ku ka dê ew ê çi xebatan bikin û pêşinyarî sekreteryayê bikin da ku bi rêk û pektir bibe û bihêle ku ew xebat werin sepandin. Bi wî wayî hatibû plankirin. Tor di civînê de biryar dabû ku rêziknameyek were amadekirin. Ew hat amadekirin û li maseyan hat belavkirin. Niha wekî mînak maseya ziman û perwerdeyê çend caran civînên xwe kirine, ya tenduristiyê carekê civîna xwe kiriye. Mixabin ji ber rewşa pandemiyê xebat hinekî sist bûne. Xebatên çandî bêtir xebatên qadê ne, xebatên li derve ne yên di nav gel de lê niha ji ber vê nexweşiyê ev hinekî zor e. Lewre jî rexneyên di vî warî de li me tên kirin di cih de ne. Li gorî min projeya ku ji bo ji Yekitiya Ewropayê (YE) tê amadekirin xebateke girîng e, ji ber ku Tirkiye bûye aliyê gelek peymanên navneteweyî lê li gorî wan peyman û daxuyaniyan tevnagere. Niha torê ev jî daye ber xwe ku rewşa binpêkirinên mafê ziman wekî rapor binivîse û raporên xwe bi YE’yê re par vebike. Heta niha raporeke ku ji 50 rûpelî pêk tê hatiye amadekirin, her wiha niha ez li ser anketekê dixebitim ku di dema civîna torê de wekî rapirsîn hatibû amadekirin. Rapora maseya perwerdeyê li ser bandora pendamiyê û raporeke din jî niha li ber destê min e ku heta mehekê ev her du raporên dawî jî dê biqedin. Ji bilî van, dê sê raporên din jî werin amadekirin. Tor hewl dide ku van kêşe û arîşeyên heyî ne tenê di nav kurdan de lê dixwaze wan ragihîne Ewropa û raya giştî ya navneteweyî jî. Tor dixwaze van çavdêriyên ku hatine amadekirin bi YE’yê re parve bike da ku bide xuyakirin çawa ew daxuyanî û peymanên îmze kirine tên binpêkirin. Her wiha daxwaza piştgirî û alîkariyê ji wan jî bike û wiha dewletê mecbûr bike ku gavên xwe li gorî wan peymanan bavêje.

Gelek gazinc tên kirin û wekî dibêjin dawet ferikî û berbû hetikî, anku piştî vê civînê tu xebatên we yên berbiçav nehatine dîtin, hûn ji bo vê yekê çi dibêjin?

Bêguman ew tespît, pêşinyar û biryarên di wê civînê de hatin kirin û xebatên heta niha hatine kirin ne li gorî hev in. Gelek xurt hatin gotin lê domahîka wan karan nehat ji ber belavbûna vê pandemiyê. Hinek xebatên din jî dibin lê ne bi navê torê dibin, bi navê wan kesayetî û saziyan tên kirin. Piraniya wan saziyan, erê endamên torê ne lê navê wan an jî logoya torê li bin wan xebatan nayê danîn lewra ji alî gel ve wekî xebatên torê nayên dîtin. Ji ber wekî min got di aliyê fêmkirina wateya torê de, ji alî beşdaran ve hîna şaşfêmkirinek heye. Jixwe xebat qels mane lê yên tên kirin jî bi vî rengî ne.

Piştî ku Weqfa Mezopotamyayê pirtûka Rêbera Rastnivîsînê weşand gelek nîqaş hatin kirin. Tu van nîqaşan çawa şîrove dikî?

Ev demeke gelekî dirêj e, ev nîqaş tên kirin. Ji aliyekî ve saziyên çapemeniyê li ser keysa berê anku li ser rêzimana bi pêşengiya Mîr Celadet Bedirxan hatibû nivîsîn berdewam dikin û aliyên din jî ku li gorî rastnivîsa nû ya Weqfa Mezopotamyayê amade kiriye dimeşin. Cara pêşî di bin banê Tora Ziman û Çanda Kurdî de gihane hev û ew tiştekî baş e. Ew xebat li gorî rêbaza xebata hatiye amadekirin xebateke baş û girîng e û xebateke bêhempa ye lê ji bo meseleya perwerdeyê divê bi beşdariyeke hîn berfirehtir bibe. Wekî hûn dizanin ziman bi awayê herî xweş bi perwerdeyeke giştî û bi çapemeniyeke neteweyî belav dibe û standartiyek jê re çêdibe. Li gorî min divê ew xebat bi kargeriyeke berfirehtir û bi tevlêbûna hemû saziyên perwerdeyê û yên çapemeniyê ku di bin banê torê de hatine ba hev, pêk were. Piştî wê di encama nîqaş û lihevkirinan de, encama derkeve holê wekî bibe biryarek û were sepandin. Ji ber ku ziman tiştekî zindî û guherbar e, divê mirov bi rengekî dogmatîk nêzî ziman nebe. Li gorî min divê mirov ji zimanê xwe hez bike