‘Şehîdên Gulanê jiyana kurdan guhertin’

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz têkildarî meha gulanê ya şehîdan nirxandin kir û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ruh û felsefeyeke cuda nêzîkî şehîdan bû. Wî bi mezinkirina têkoşîn û doza wan şehîd nemir kirin. Wî sosyolojiya mirinê têk bir û sosyolojiya azadiyê bi ser xist.”

1 deqe xwendin
‘Şehîdên Gulanê jiyana kurdan guhertin’

Di meha gulanê de gelek şoreşgeran ji bo doza gelê xwe canê xwe dan. Tevgera Azadiyê vê mehê wekî meha şehîdan pênase dike. Di rojên gulanê de gelek şoreşgerên kurd jiyana xwe ji dest dan. Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn, Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan, Kasim Engîn, Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengin, Azad Sîser, Hozan Mizgîn, Sirri Sureyya Onder û bi hezaran cangoriyên kurd û tirk di vê mehê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber gelek pêşengan di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane, gulan wekî Meha Şehîdan hatiye pênasekirin.

Li ser girîngî û wateya vê rojê û taybetmendiya şehîdên gulanê hevserokê MEBYA-DERê Razaman Dengîz nirxandin kir û got: “Meha gulanê ji aliyê Tevgera Azadiyê û gelê kurd ve wekî Meha Şehîdan tê zanîn. Gelê kurd wateyek mezin dide vê mehê. Heqî Karer di 18ê Gulana 1977an de hat şehîdkirin. Ji bo Heqî Karer meha gulanê wekî Meha Şehîdan hat îlankirin.” 

Ramazan Cengîz, da zanîn ku hem ji bo 18ê gulanê û hem jî j bo meha gulanê dîrokeke 52 salan heye û wiha got: “Di sala 1972-3yan de çend xwendekarên kurd û tirk di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komekê ava dikin. Ji bo pêşeroja gelê tirk û kurd dest bi têkoşînê dikin. Bi rêhevaltî, baweriyek xurt dest ji zanîngehê berdidin û dest bi têkoşînê dikin û berê xwe didin Kurdistanê. Kuştina Heqî Karer hişmendiyê diguherîne û dibe sedema guhertineke mezin.” 

Ramazan Dengîz got ku piştî Darbeya 12ê Îlonê gelek hevalên Rêberê Gelê Kurd hatin girtin û wiha lê zêde kir: “Hemû li zindana Amedê dimînin. Di pêşengiya Esat Oktay Yildiray de zindan bibû cihê îşkence û şikandina rûmetê. Bi rûmeta mirovan dilîstin. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan, bi ruhê Heqî Karer di meha gulanê de di pêşengiya Ferhat Kurtay de çalakiyek biheybet li dar dixin û bersivê didin Esat Oktay. Ev ruh, ruhê Heqî Karer e. Piştî vê çalakiyê û rojiya tîrmehê îşkence û tirs têk diçe.” 

Ji bo fêmkirinê vegera li destêpêkê 

Ramazan Dengîz, da zanîn ku şoreşgerên gelê tirk Denîz Gezmiş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan piştî têkoşîna li Enqereyê têne girtin. Mahîr Çayan û hevalên xwe çalakiyek li dar dixin. Li Kizildereyê têne darvekirin. Ev şoreşger têne kuştin. Wê demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘gerek ez tola wan li erdê nehêlim.’ Ji bo mirov siyaseta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêm bike, divê mirov vegere salên 1972-3yan. Di şexsê van şoreşgerên kurd û tirk de xelasiya gelê kurd û tirk bi hev re dibîne. Her tim girêdana xwe ya bi wan re aniye ziman. Mîrasa Denîz Gezmiş piştî salên 1980ê û şûnde li ser pişta gelê kurd maye. Her tim gelê kurd ew bi bîr anîne û li doza wan xwedî derketiye. Bandora van şoreşgeran li ser gelê tirk çêbûye, lê pir bi sînor maye.” 

Ramazan Dengîz, destnîşan kir ku kesên di meha gulanê de canê xwe ji dest dane û bûne sembol, kesên pêşeng in û wiha pêde çû: “Van kesan hem di jiyana xwe de û hem di jiyana gelê kurd de guhertineke bingehîn ava kiriye. Di serdema Osmaniyan de gelek serhildan çêbûne; serhildana Babanzade, Mîr Mihemed, Bedirxan, Ubeydullah Nehrî... Li dawiyê ew serhildan têk çûn. Di serdema komarê de li gorî xwe polîtîka meşandin. Pêşengên serhildanê darve dikirin û dikuştin. Bi vê yekê dixwestin wan bitirsînin û heta astekê bi ser ketin.” 

Ramazan Dengîz herî dawî anî ziman ku di 1927an de di serhildana Agiriyê de gorek çêkiribûn û wiha bi dawî kir: “Li ser wê gorê nivîsandin ‘Kurdistana xeyalî li vir binaxkirî ye’. Lê piştî pêşengiya Rêberê Gelê Kurd, nêzîkbûna şehîdan hat guhertin. Piştî şehîdan şînê nagirin û wan her tim nemir dihêlin. Bi felsefeya ‘her şehîdek dê ji bo me bibe bingeha xurtbûn, mezinbûn û pêngaveke nû’. Her tim bi vî ruhî nêzî şehîdan bûn. Di meseleya Heqî Karer, Xelîl Çavgûn, Agirê Çaran û 14ê Tîrmehê de bi vê felsefeyê nêzîk bûn. Li dijî sosyolojiya mirinê, sosyolojiya azadî û jiyanê bi pêş ket. Li vir sosyolojiya azadiyê bi ser ketiye û sosyolojiya mirinê têk çûye.”