Senetorê Amarîkî Hollen û Mazlum Ebdî axivîn

Senetorê DYAyê Chris Van Hollen, der barê geşedanên dawî de ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî agahiyên dawî girt.  Van Hollen anî ziman ku ew ji geşedanên li Sûriyeyê bi fikar e û got: “Ez geşedanên li wir ji nêzîk ve dişopînim. Aramiya Sûriyeyê ji bo gelê Sûriyeyê gelek girîng e.

1 deqe xwendin
Senetorê Amarîkî Hollen û Mazlum Ebdî axivîn

Senetorê DYAyê Chrîs Van Hollen, tekildarî geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî agahiyên dawî girt. Van Hollen destnîşan kir ku bi taybetî hikûmeta Şamê li Kobanê agirbest îhlal kiriye û got: “Hikûmeta Şamê bi taybetî li bajarê Kobanê agirbest îhlal kiriye. HSD şirîkê herî nêz ê DYA yê ye. Di şerê li dijî DAIŞê de hêza pêşeng e. Divê DYA bang li hikûmeta Sûriyeyê bike ku agirbestê îhlal neke.