Şêniyên Hewlêrê ji bo Rojava çalakî li darxistin

Piştî banga Endama Konseya Serokatiya PYDê Foza Yusuf banga seferberiya neteweyî kir, gelê Hewlerê jî bi coşeke mezin li ber Qeleya Hewlerê mitîng li dar xist.

1 deqe xwendin
Şêniyên Hewlêrê ji bo Rojava çalakî li darxistin

Paytexta başûrê Kurdistan Hewlêrê bi çelekiyeke girseyî bersiv da banga seferberiya neteweyî. Bi hezaran kurd ji bo piştgiriya gelê Rojava bikin, li ber Qeleya Hewlêrê kombûn û dirûşma “Rojava Hewlêre” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” bezkirin.

Beşdaran bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê kir û jê xwest ji bo parastina Rojava demildest tişta pêwîst bê kirin.