Şêniyên qamişloyê: Zarokên me yên girtî berdin

Şêniyên Qamişloyê li Çerxerêya Rojavayê ji bo girtiyên wan bên berdan bang li gelê kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir ku dakevin qadan û dengê wan bigihînin her derê.

1 deqe xwendin
Şêniyên qamişloyê: Zarokên me yên girtî berdin

Malbatên girtiyan û şêniyan Qamişloyê li çerxerêya Rojavayê ya bajêr kom bûn û ji bo zarokên wan ên ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatine girtin daxuyanî dan. Malbatan xwestin ku zarokên wan ên girtî serbest bêne berdan. Mamoste Rojîn Mûsa bi kurdî û bi erebî jî mamoste Ferîd Hesen daxuyanî xwendin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ey kur û keçên gelê me yê Kurd, ey gelê me yê li Kurdistanê û li her goşeyek cîhanê ku dilê her Kurdek azad lê dide; em vê bangê bi dilên tijî êş û çavên xwe li hêviyek ku nehatiye vemirandin ji we re radigihînin. Kur, bav û birayên me, girtiyên Rojava, ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve zêdetirî mehekê ne, tevî peymana ku piştî lihevkirinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ji bo serbestberdana wan hatiye ragihandin girtî ne. Ev peyman nehatiye bicîhanîn û çarenûsa wan hîn ne diyar e. Malbatên wan ji her agahiyekê li ser aqûbeta zarokên xwe bêpar mane."

 Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayik, bav, zarok û hevjîn ên wan girtiyan êş û xemgîniyên mezin dijîn û li benda hêviya berdan wan in. Malbatan diyar kir ku ew bang li wijdanê mirovahiyê, parêzvanên azadiyê dikin ku li kêleka doza girtiyan bisekinin, daxwaza malbatên girtiyan bi cih bînin û divê demildest girtî werin berdan.

 Di dawiyê de malbatên girtiyan bang li gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir ku meşên girseyî û aştiyane li dar bixin û dengên malbatên girtiyan bigihînin her derê.