Şer herî zêde bandorê li jinan dike
Jinên kurd hem li çar aliyê Kurdistanê û hem jî li Ewropayê xwe bi rêxistin dikin.

Jinên kurd hem li çar aliyê Kurdistanê û hem jî li Ewropayê xwe bi rêxistin dikin. Jinên kurd ên li Ewropayê ku ji çar aliyên Kurdistanê hatin, di salvegera 51emîn a şehadeta Leyla Qasim de kom bûn û Înîsiyatifa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin. Endama Înîsiyatifa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê Havîn Kiye, têkildarî armanca înîsiyatifê û xebatê wê ji Xwebûnê re axivî.
Endama Înîsiyatifê Havîn Kiye ku di heman demê de li Fransayê xwendekara Beşa Antropolojiyê ye, ewil li ser armanca înîsiyatifê rawestiya û wiha got: “Armanc yekîtiya neteweyî ya jinên kurd a li Ewropayê ye. Ewil me xwest jinên kurd ên li Ewropayê li hev kom bibin. Kurd di sedsala 20emîn de hatin parçekirin. Vê parçebûna erdnîgariyê bi xwe re parçebûna bîrdozî, çandî, zimanî û civakî ava kir. Ji ber kurd parçebûyî bûn, her çiqas xwestin kom bibin jî, ji ber parçebûnê nekaribûn sînoran derbas bikin û kom bibin. Lê niha ji bo yekîtiya xwe ava bikin gelek derfet hene. Ev parçebûn berpirsiyariyekê dike ser milê hemû kurdan ku em ji bo yekîtiya neteweyî kom bibin. Ev parçebûn li me farz dike ku em di aliyê civakî, jin, siyaset û pêkhateyên din de kom bibin.”
Havîn Kiye da zanîn ku berê Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd hat avakirin û wiha berdewam kir: “Li Silêmaniyeyê Kongreya Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) pêk hat. Me jî li Ewropayê pêwistî bi avakirina înîsiyatifê dît. Heta niha gelek xebat hatibûn kirin. Di 2017yan de di pêşengiya KNKê de komxebat hatibû lidarxistin. Lê rewşa heyî gelek caran rê li pêş vê yekê girtibû.”
Ji ber şer koçber bûn
Havîn Kiye bal kişand ser bandora şerê li Kurdistanê û koçberiya ku di encama şer de pêş ketiye û wiha pêde çû: “Kurd ji ber şerê heyî û dijminantiya dewletê mecbûr man ku bi darê zorê ji axa xwe û malbatên xwe dûr bikevin. Ev polîtikayên tundiyê yên li ser gelê kurd dibe sedem ku kurd koçber bibin û cihê koçî wê dikin jî pirsgirêkan bijîn. Em dibîninku ji ber şer dawî li van pirsgirêkan nayê. Dîsa ji ber rewşa Kurdistanê her tişt li ber çavan e. Di şer de yê herî zêde zerarê dibînin jin in. Li hemberî vê yekê dîsa yên li ber xwe didin jin in. Berxwedana jinan a li dijî vî şerî û koçberiyê dîsa li ber çavan e. Lê parçebûyî ye. Çima parçebûyî ye. Em hemû ji parçeyên Kurdistanê yên cuda hatine Ewropayê. Bivê nevê me li her parçeyekî serbixwe xwe bi rêxistin kir û em bûn xwedî bîrdozî. Me xwe li saziyan xwe bi rêxistin kir û em heta îro hatin. Li Ewropayê êdî nabe em vê parçebûnê bidomînin. Li Ewropayê derfet hene. Eger derfet hebin çima em neyên cem hev. Çima em sînorên heyî ji holê ranekin. Çima em piştgiriyê nedin hev. Ewropa vî aliyê neyînî yê Kurdistanê ji holê radike. Em dikarin bi fikr û baweriyên xwe yên cuda bên cem hev û van sînoran rakin. Ji ber parçebûna berê em dibînin ku em zêde ji derd û pirsgirêkên hev fêm nakin. Zêde haya me ji hev nîn e. Ev kêmasiyeke mezin e. Ji ber em sed sal in parçe bûne û em ji hev qut bûne. E


