Şer li Rojhilata Navîn belav dibe

Şerê Îsraîl û DYEyê yê li dijî Îranê 12 roj li pey xwe hişt. Şer her ku diçe li herêmê belav dibe. Li Îran, Lubnan, welatên Kendavê û Iraqê bi hezaran kes hatin kuştin. Bi hezaran kes jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Şer li Rojhilata Navîn belav dibe

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)-Îsraîl di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dest bi şer kirin. Şerê ku 12 roj li pey xwe hişt belav dibe. Gelek dewlet windahiyên xwe yên leşkerî vedişêrin. Îran û Hîzbûllah ji van aktoran e.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve li welêt zêdeyî hezar û 200 kes hatin kuştin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan nêzî 200 kes jin, 20 jî zarok bûn. Hate ragihandin ku zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) di nava 24 saetên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di êrişan de 4 jê zarok, 1 jê jin bi giştî 17 sivîlan jiyana xwe jid est dan, 19 kes jî birîndar bûn.

200 zarok hatin kuştin 

Li gorî daneyên HRANAyê ji destpêka şer û vir ve 200 jê zarok bi giştî hezar û 262 sivîl hatin kuştin. Hate ragihandin ku herî kêm 189 leşker jî hatin kuştin.

Li Îsraîlê 14 kes hatin kuştin 

Artêşa Îsraîlê û servîsên alîkariya lezgîn ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî tîmên tenduristiyê ji destpêka êrişên fuzeyan ên Îranê û vir ve 12 sivîl hatin kuştin. Çar jê zarok bi dehan kes jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li başûrê Lubnanê di şer de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

570 ke li Lubnanê hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî got, ji 2ê Adarê dema destpêkirina êrişên Îsraîlê û vir ve 570 kesî jiyana xwe ji dest dan ku 86 ji wan zarok, 45 jî jin bûn. Tenê roja Sêşemê di êrişan de 84 kesan jiyana xwe jid est dan. Roja Çarşemê li herêma Şehabiyeyê di êrişan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.

150 leşkerên Amerîka birîndar bûn

DYAyê jî ragihand ku ji destpêka şerê Îranê û vir ve di nava deh rojên dawî de 150 leşkerên wan birîndar bûn. Li gorî ajansa Armenpressê, ev agahî ji aliyê du çavkaniyên ji Reutersê re axivîn hate parvekirin. Ev hejmar ji destpêkirina şer û vir ve hejmara herî zêde ya birîndaran e ku artêşa Emerîkayê eşkere kiriye. Beriya niha Pentagonê diyar kiribû ku hejmara leşkerên birîndar derdroa 140 kesî ye û beşeke girîng a birîndaran jî rewşa birîna wan sivik e.

Li Kendavê 24 kes hatin kuştin

Li gorî daneyên welatên Kendavê û Fermandariya Hêzên Navendî ay DYE'yê (CENTCOM) ji destpêkirina êrişên Îranê û vir ve li herêmê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku piraniya kesên hatin kuştin esker in. Di êrişan de 11 sivîl hatin kuştin. Ji kesên hatin kuştin 7 jê leşkerên DYAyê bûn.

- Li Kûweytê 2 leşker, 2 muxafizên sînor û 2 sivîl bi giştî 6 kes hatin kuştin. 

- Li Îmaratê di qezaya helîkopterê de 2 leşker û 4 sivîl hatin kuştin. 

- Li Erebistana Siûdî 2 sivîl,

- Li Bahreynê 2 kes

- Û li peravên Ûmmanê jî deryavanek hat kuştin. 

- Li Qatarê 16 kes birîndar bûn.

Li Iraqê 

Li Iraqê komên milîs ên alîgirê Îranê diyar kirin ku di êrişên hewayî yên Îsraîl û DYAyê de 20 milîtanên wan hatin kuştin.

Li Herêma Kurdistanê di êrişa droneyê de ya li ser Balafirgeha Hewlêrê wezîfedarekî ewlekariyê jiyana xwe ji dest da. Di êrişên Îranê de 2 pêşmergeyên ji Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 3 jî birîndar bûn.

Li Urdun û Sûriyeyê 

Artêşa Urdunê jî ragihand ku ji ber parçeyên drone û fuzeyan ên li herêmê ketin 14 kes birîndar bûn. Li Sûriyeyê jî li gorî medya dewletê ji ber parçeyên fuzeyan ên Îran û Îsraîlê 8 kes birîndar bûn.

HRANA: Di rojekê de 17 kes hatin kuştin 

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl-Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir. HRANA ragihand ku di nava 24 saetan de Îsraîl û Amerîkayê li 19 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 202 êriş pêkanîna ku 46 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên neftê, balafirgehên leşkerî û navendên polîsan bûn.

HRANA di raporê de aşkere kir ku di 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 17 sivîl hatine kuştin û 4 ji wan zarok û yek jê jin in e û 19 sivîl jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Tehran, Îsfehan, Qum, Bender Ebas, Tewrêz û Kirman pêk hatine. HRANA destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 335 kesan lêkolîn tê kirin. HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkyê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 262 sivîl hatine kuştin û ji vê hejmarê 200 jê zarok in.