Şer û azadî
Dewleta Îranê, bi avakirina pergala parastina şoreşê ya ku tenê xizmeta desthilatdariya molayan dike, civak bêparastin hiştiye. Rejîmeke ku di hundir de li dijî gelê xwe şer ragihandiye, li hemberî êrişên derve jî mehkûmî têkçûnê ye.

Rojhilata Navîn careke din bûye qada lîstikên qirêj ên hêzên serdest ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî, jiyana bi milyonan mirovî dikin qurban. Êrişên ku ji 28ê Sibata 2026an ve ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatine destpêkirin, ne ji bo anîna demokrasiyê ne, lê belê nîşaneya herî berçav a zihniyeta êrişkar û mîlîtarîst a sedsala nû ye. Ev hêzên ku bi dehsalan e xwîna herêmê dimijin, îro bi navê ewlehiyê sînoran hildiweşînin û binesaziya jiyanê dikin hedef.
Maskeya azadiyê û rastiya talanê
Amerîka û Îsraîl li ser zîhniyeta "kaosê biafirîne û bi rê ve bibe" ava bûye. Ev lîstika ku li Iraq, Sûriye û Lîbyayê hatibû lîstin, îro li ser xaka Îranê bi şêwazekî hovtir tê dubarekirin. Dewleta Îsraîlê ya ku bi salan e polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Filîstînê dimeşîne, îro bi piştgiriya bêdawî ya Amerîkayê dixwaze serdestiya xwe ya li herêmê bi rêya fîşek û bombeyan mayînde bike.
Ev her du hêz, bi hinceta gefa atomî yan jî parastina demokrasiyê, rastiya talanker a kapîtalîzmê vedişêrin. Ji bo wan ne rûmeta mirovahiyê, ne mafên zarokan û ne jî ekolojiya herêmê girîng e; ya ku girîng e kontrolkirina rêyên enerjiyê û firotina çekan e. Durûtiya wan di vir de ye: Ew li aliyekî qala mafên mirovan dikin, li aliyê din jî bi bombeyên xwe yên kîmyewî û qedexekirî, ax û avê jehrî dikin, bajaran dikin goristanên komî. Ev zihniyet, dijminê herî mezin ê aştiya cîhanê ye.
Kevneperestiya ku rê li ber dagirkeriyê vedike
Lê belê, di nava vê karesatê de berpirsiyariya rejîma Îranê jî kêmtir nîn e. Rejîma Îranê ya ku bi salan e bi zihniyeteke olperest, zayendperest û navendparêz gelê xwe diçewisîne, îro nikare bibe mertalê parastina civakê. Rejîma ku li hundirê welat dengê jinan bi zextê dibire, kurd, belûç û azeriyan tune dihesibîne û daxwazên herî bingehîn ên "Jin Jiyan Azadî" bi darvekirinan bersiv dide, bixwe hinceta herî mezin daye destê hêzên derve.
Dewleta Îranê, bi avakirina pergala parastina şoreşê ya ku tenê xizmeta desthilatdariya molayan dike, civak bêparastin hiştiye. Rejîmeke ku di hundir de li dijî gelê xwe şer ragihandiye, li hemberî êrişên derve jî mehkûmî têkçûnê ye. Îran bi şandina mûşekan ber bi baregehên Amerîkayê ve, herêmê dixe nav xeleka agir, lê di vê xelekê de dîsa yên dişewitin feqîr û xizanên herêmê ne. Siyaseta netewe-dewleta olperest îro gihîştiye lûtkeya rizîbûnê; ew ne parêzvanê gel in, ew parêzvanên kursiyên xwe yên bi xwîn in.
Ji aboriyê heta rûmeta mirovahiyê
Zerara vî şerî li ser herêmê karesateke piralî ye. Gava ku balafirên şer radibin, pergalên tenduristiyê hildiweşin û nexweşiyên giran belav dibin. Aboriya herêmê ya ku berê jî di bin ambargoyan de dinaland, îro bi temamî hilweşiyaye. Birçîbûn wekî sîwanekî reş li ser malan e û bi milyonan mirov di bin tirs û fikarên koçberiyê de ne. Ev ne tenê tahrîbateke fîzîkî ye; tahrîbata herî mezin li ser rûmeta mirovahiyê û paşeroja nifşên nû ye. Zarokên ku di bin dengê bombeyan de mezin dibin, dibin şahidê durûtiya hêzên navneteweyî û hovîtiya rejîmên dîktator.
Tekane rêya çareseriyê Neteweya Demokratîk e
Encamên giran ên vî şerî careke din îspat dikin ku çareserî ne di navbera dagirkeriya Amerîka-Îsraîl û ne jî di nav zordariya rejîma Îranê de ye. Her du alî jî du rûyên heman zihniyeta desthilatdar in. Çareseriya rasteqîn di pêşxistina pergala Netewa Demokratîk de ye. Heta ku gelên herêmê li ser bingeha xweserî û wekheviyê birêxistin nebin, wê her tim bibin amûrê şerên hêzên serdest. Alternatîfa şer, ne teslîmiyet e û ne jî mîlîtarîzma rejîmên olperest e; alternatîf, avakirina jiyaneke hevbeş e ku tu hêz nikaribe wê bi fîşek û bombeyan tune bike.

