Şer û qeyranên aborî
Di ruhê kapîtalizmê de Qeyran hene. Lewra Aborînasên wek Karl Marx, Schumpeter û Kontratîev li ser “pêlên demkî” ên qeyranan sekinîne û analîzên li ser jiyana civakê li gor van pêla nirxandine.
Di ruhê kapîtalizmê de Qeyran hene. Lewra Aborînasên wek Karl Marx, Schumpeter û Kontratîev li ser “pêlên demkî” ên qeyranan sekinîne û analîzên li ser jiyana civakê li gor van pêla nirxandine. Sedemên qeyrana carna diguherin lê di heman deman de Qeyran, zirarên gelek mezin didin civaka. Her pêlek, pergalê ser û bin dike û di dawiya xwede nujenbuyînekî derdixe holê. Li gor Schumpeter ev pêvajoyek xwe xerakirin û ji nû de avakirine. Her cikas ev pêl, girêdayî bazara azad bin jî li hinek ergdingeriya qeyranên aborî ji hev cüda dibin. Li Tirkiyê qeyrana herî mezin pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye ku ji derveyî qeyrana pergala navnetewî badorek mezin li ser aboriya Tirkiyê dike. Di qirnê 21’an de em dikarin bibêjin ku asta teknolojiyê bandor li ser civakê jî gelek zede kiriye merhalyekî qrîzên bazirganî û karên navnetewiye. Ev qirn wek qirnê “Endustrî 4.0” tê binavkirin. Civaka endustriyalîst jî wek “Civaka 5.0” tê binavkirin. Nîşaneyek Aboriya makro yê Dahata Netewî ya Giştî (DNG)’e. DNG


