Şerê DYA û Îranê berdewam dike

Artêşa DYAyê gelek cihên li başûrê Îranê bombebaran kirin. Îranê jî diyar kir ku li beramberî êrişan navendên leşkerî yên DYAyê yên li herêmê kirine hedef.

1 deqe xwendin
Şerê DYA û Îranê berdewam dike

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li dijî Îranê gelek caran gefên êrişê dixwe. Duh jî di heman çarçoveyê de Donald Trump daxuyand ku heke bi wan re peymanek neyê îmzekirin ew ê li dijî Îranê êrişeke dijwar pêk bînin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li dijî Îranê berbanga îro pêleke nû ya êrişên hewayî pêk anî.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan li tesîsên çavdêriya leşkerî, pergala peywendiyan û gelek baregehên parastina hewayî xistine. Medyaya Îranê jî aşkera kir ku li bajarê Sîrîkê peravê dengê teqînan hate bihîstin û li rojavayê Tehranê jî pergala parastina hewayî hatiye çalakkirin.

Piştî êrişên DYAyê, Fermandariya Leşkerî ya Bilind a Hevbeş a Îranê (Baregeha Xatim El Enbiya) gef xwar ku çi keştiya ku hewl bide ji tengavê derbas dê bibe hedefa êrişan. Lê artêşa DYAyê da zanîn ku di tengavê de trafîka bazirganiyê didome.

Medyaya Îranê ragihand ku Tehranê li dijî operasyonên leşkerî yên DYAyê, êrişî Fîloya 5emîn a Amerîkî ya li Behreynê kiriye. Wezareta Karên Hundir a Behreynê ragihand ku ji ber gefên êrişên bi moşekan sîren lêxistine. Wezaretê bang li welatiyan kir ku li gorî fermanên ewlehiyê tevbigerin û ber bi cihên ewle ve biçin.

Artêşa Kuweytê jî ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî bersiv dane hedefên hewayî yên dijmin. Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand wan wek bersiva êrişên DYAyê, bi 12 moşekên balîstîk êrişî baregeha hewayî ya Ezreq a li Urdunê kirine û hin balafirên şer rûxandine.