Şerê Îranê: NY bi lezgînî dicive
Rûsyayê ji ber êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez bicive. Şer di roja 28an de ye. Li herêmê rageşiya leşkerî û dîplomatîk dewam dike.

Rûsyayê ji ber şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yê li ser Îranê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku îro bi rengekî girtî bicive. Hate ragihandin ku civîn wê bi dema Brukselê saet di 15:00 de pêk were.
Berdevkê Nûnertiya Daîmî ya NYê yê Rûsyayê Yevgeni Ouspenski ji ajansa nûçeyan a Rûs TASSê re axivî û got, "Federasyona Rûsyayê, ji ber êrişên li ser binesaziya sivîl, bi taybetî jî saziyên perwerde û tenduristiyê yên li Îranê li Konseya Ewlekariyê ya NYê daxwaza civîna girtî kir."
Trump ultimatom heta 6'ê nîsanê dirêj kir
Şerê li ser Îranê kete roja 28an. Serokê DYEyê Donald Trump ultîmatoma xwe ya ji gefên hişk ên li ser Tehranê, ku beriya niha kiribû, taloq kir.
Trump li gel gefên xwe yên li ser êrişên li hemberî santralên elektrîkê yên Îranê anî ziman ku "li ser daxwaza hikumeta Îranê" heta 6ê Nîsanê roja Duşemê bi dema Washingtonê saet di 20:00 de taloq kiriye.
Lê belê li gel daxuyaniyên dîplomatîk jî hate ragihandin ku Îsraîlê roja înê êrişên giran biriye ser Tehranê.
DYE difikire ku 10 hezar leşkerên din bişîne
DYEyê gaveke din avêt ku rageşiya li herêmê zêde kir. Li gorî nûçeyên Wall Street Journal û Axiosê, Qesra Spî û Pentagon dinirxînin ku rojên bê herî kêm 10 hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.
Bi plana navborî re tê gotin, amadekarî tê kirin ku alternatîfeke leşkerî li hemberî Îranê pêşkêşî Trump bê kirin.
Li gorî nûçeyan, tê payin ku yekîneyên nû li cihekî welê bêne bicihkirin ku karibin xwe bigihînin Girava Hargê ya ku ji bo Îranê û firotina petrolê ya Îranê gelekî girîng e.
Îran: Me li Îsraîlê û hedefên leşkerî û enerjiyê yên li kendavê xist
Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku wan êriş birin ser hedefên enerjiyê û leşkerî yên li Îsraîlê, her wiha hin baregehên leşkerî yên Emerîkayê yên li welatên Kendavê.
Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku bi fuzeyan û droneyan li baregehên Emerîkî yên li Îmarat, Qatar, Kûweyt û Bahreynê hatiye xistin.
Îsraîl: Me êrişeke berfireh bir ser navenda tehranê
Di daxuyaniya kurt a artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku "rêze êrişeke berfireh" li ser hedefa binesaziyên rêveberiya Îranê yên li navenda Tehranê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de li ser çarçoveya êrişê agahiyên berfireh nehate dayin.
Şer û dîplomasî bi hev re dimeşe
Li herêmê şer û dîplomasî bi hev re dimeşe. Wezîrê Karên Derve yê DYEyê Marco Rubio ji bo roja duyemîn a civîna G7 çû Fransayê. Tê payin ku li vê derê bi hevalbendên xwe re li ser mijara jinûve vekirina Tengava Hurmuzê piştgiriyê bixwaze.
Li aliyê din nûnerê taybet ê DYEyê yê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff piştrast kir ku Washingtonê bi navbeynkariya Tehranê "lîsteyeke ji 15 xalan" pêşkêşî Tehranê kiriye. Witkoff îdîa kir ku "sînyalên xurt" ên Îranê hene ku ji peymaneke bidawîkirina şer re vekirî ye.
Li Îsraîlê rexneyên 'şerê bê stratejî'
Li Îsraîlê jî rexneyên li hikumetê zêde dibin. Lîderê muxalefeta bingehîn Yair Lapid hikumeta Serokwezîr Binyamin Netanyahu bi "dehfdana welêt a ber bi felaketeke ewlekariyê" sûcdar kir.
Lapid got, hikumet li gel "kêmasiya leşkerî li gelek eniyan û bê stratejî şer dimeşîne."
Artêşa Îsraîlê jî qebûl kir ku ji bo meşandina şerê li Lubnan, Xeze, Sûriye û Şerîa Rojava pêwîstiya xwe bi hîn bêhtir leşkeran heye.
Li eniyên Lubnan û yemenê liv û tevger
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku li Başûrê Lubnanê 2 leşkerên wan hatin kuştin û operasyona bejahî ya li hemberî Hîzbûllahê berfireh kiriye, lewma tumeneke din şandiye herêmê.
Rêveberiya Lubnanê Jî diyar kir ku çalakiyên Îsraîlê gefê li serweriya welêt dixwe û biryar da ku mijarê bibe ber destê Konseya Ewlekariyê ya NYê. Li gorî meqamên Lubnanê, ji destpêka şer û vir ve li welêt herî kêm 1.116 kes hatin kuştin.
Hûsiyên li Yemenê jî ku bi nêzîbûna xwe ya li Îranê têne naskirin, hişyarî dan ku eger şer di asta herêmî de berfireh bibe wê "bersiva leşkerî" bidin.

