Şerê sedsala 21ê û krîza modernîteyê

Modela Konfederalîzma Demokratîk ku li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiyê ava dibe, tekane rê ye ku dikare gelên kurd, fars, ereb û azerî li dora jiyaneke hevpar û azad bicivîne. Ev model "Rêya Sêyemîn" e; ne dibe dûvçikê emperyalîzma rojavayî, ne jî dibe qurbana dîktatoriyên herêmî.

1 deqe xwendin
Şerê sedsala 21ê û krîza modernîteyê

Rojhilata Navîn îro di bin agirê şerekî gerdûnî de ye ku em dikarin jê re bibêjin "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn". Ev şerê ku di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de wekî rûbirûbûneke leşkerî xuya dike, di rastiyê de karesata pergala netewe-dewletê û krîza kûr a modernîteya kapîtalîst e. Hêzên rojavayî bi pêşengiya Amerîkayê, bi îdîayên "anîna demokrasiyê" an jî "parastina ewlehiya herêmê" destwerdanê dikin; lê armanca wan a bingehîn, ji nû ve dîzaynkirina nexşeya enerjiyê û kontrolkirina korîdorên aborî yên sedsala 21ê ye. Ev pergala dagirker, herêmê tenê wekî depoyeke sotemeniyê û bazareke çekan dibîne, îradeya gelan û jiyana civakî qet naxe nav hesabên xwe. Li gorî wan destkeftiyên ango berjewendiyên wan di ser her tiştî re ne. Ev jî tê wateya înkara îrade û hebûna gelên herêmê. 

Di aliyê din de, dewleta Îranê bi hişmendiyeke statukoparêz û olperest, li dijî vê dagirkeriyê wekî "eniyeke berxwedanê" xwe nîşan dide. Lê ev siyaseta Îranê bi qasî ya welatên rojavayî bipirsgirêk e. Rejîma Îranê ya ku li ser bingeha înkara gelan û zextên giran ên civakî ava bûye, di hundir de krîzeke mezin a rewatiyê dijî. Siyaseta "Yek Netewe, Yek Mezheb" ku bi taybetî li ser kurd, belûc û azeriyan tê meşandin, îro daxwazên civakê yên azadiyê difetisîne. Di bin navê dadgehên şoreşê de darvekirina ciwanan yek ji rêyên herî bihêz a çavtirsandinê dibîne. 

Hêza leşkerî û teknîka şer a Îranê, ku zêdetir li ser fuzeyên balîstîk û dronên ku bi şerê asîmetrîk ava bûye, her çend di qada parastinê de avantajekê bide wê jî, di warê civakî û aborî de bingeheke wê yê zexm tune ye. Civakeke ku ji aliyê aborî ve hatiye birçîkirin û ji aliyê siyasî ve hatiye bêdengkirin, nikare di şerekî dirêj de bibe piştgira dewletê ango deshilatê. Di vê çarçoveyê de, kuştina serokên payebilind bi taybetî Ayetullah Elî Xamaneyî, dibe ku pergala fermandariyê ya Îranê serûbin bike û bibe sedema hilweşîna hundirîn. Ji ber ku pergal ne li ser saziyên demokratîk, lê li ser îradeya yek kesî hatiye avakirin. 

Bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî van êrişên hov, nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî îflas kiriye. Dewletên mezin tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên enerjî û jeopolîtîk de li meseleyê dinihêrin. Di vê tarîtiya şer de, ne lîberalîzma talanker a rojavayî û ne jî statukoparêziya paşverû ya herêmî ji bo gelan çareseriyê pêşkêş nakin. Her du alî jî du rûyên heman pereyî ne ku jiyanê tune dikin.

Êrişên dewleta Îranê yên li ser başûr û rojhilatê Kurdistanê, di bingeha xwe de, ne tenê êrişên sînorkirî yan jî tolhildanên leşkerî ne; ew stratejiyeke kûr a parastina statukoya navendparêz û tunekirina her cure îradeya azad a civakî ne.

Îran baş dizane ku Kurdistan îro li Rojhilata Navîn bûye navenda ramanî û pratîkî ya modernîteya demokratîk. Tevgera azadiyê ya kurd, bi taybetî bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ku ji rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û belavî cîhanê bû, nîşan da ku li dijî pergala olperest û zextkar a Tehranê alternatîfek heye. Êrişên li ser baregehên partiyên Rojhilat û deverên sivîl ên li Başûr, hewldana birîna vî rehê şoreşgerî ye. Rejîma Îranê ditirse ku ev modela demokratîk bibe mînak ji bo gelên din ên li Îranê û dawî li serdestiya "Velayet-e Faqih" bîne.

Ev êriş nîşan dide ku stratejiya Îranê ya leşkerî tenê maskeyek e ji bo veşartina lawaziya wê ya îdeolojîk e. Dewleta ku nikaribe bi fikr û baweriyê gelê xwe qanih bike, serî li top û fuzeyan dide. Li hemberî vê dagirkeriyê, parastina Kurdistanê ya rewa ne tenê bi çekan, lê bi xurtkirina pergala Civaka Demokratîk pêkan e. 

Li beramberî siyaseta talanker û şer, wekî alternatîfa herî xurt û zanistî, Pergala Civaka Demokratîk a Rêber Apo îro mîna ronahiyekê derdikeve pêş. Ev pergal, li dijî netewe-dewleta ku şer û dubendiyê diafirîne, "Neteweya Demokratîk" pêşniyar dike. Li şûna ku gel bibe koleyê dewletê, civak bi komîn û meclisên xwe dibe xwedî vîn. Modela Konfederalîzma Demokratîk ku li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiyê ava dibe, tekane rê ye ku dikare gelên kurd, fars, ereb û azerî li dora jiyaneke hevpar û azad bicivîne. Ev model "Rêya Sêyemîn" e; ne dibe dûvçikê emperyalîzma rojavayî, ne jî dibe qurbana dîktatoriyên herêmî. Heta ku ev hişmendiya demokratîk li Rojhilata Navîn nebe bingeha jiyanê, şerê sedsala 21ê wê tenê wêranî û koçberiyê bi xwe re bîne. Rizgarî ne di fuzeyên Îranê de û ne jî di balafirên herî modern ên Amerîkayê de ye; rizgarî di birêxistinkirina civaka azad û demokratîk de ye.