Şerê taybet ê li dijî jinan

Yek ji polîtîkayên mêtingeriyê yê hilweşîn û xirabkirina pîvanên çandî û exlaqî, komkujiya jinan e. Bi kuştinê, mebesta me ne tenê kuştina fîzîkî ye, lê kuştina psîkolojîk, hestyarî, aborî û exlaqî ye jî.

1 deqe xwendin
Şerê taybet ê li dijî jinan

Bi salan e kuştinên jinan di rojeva civak û jinan de wek mijareke sereke cih digire. Tundiya li dijî jinan, kuştinên wan ne meseleya dem û cih e, lê pirsgirêkek gerdûnî ye. 

Ji ber ku her roj bi dehan jin, hem li cîhanê û hem jî li welatê me tên kuştin, xetên berxwedana jinan a li dijî tundî, kuştin û desteserkirina destkeftiyên wan, bi pêş dikevin. Kuştin ewqas zêde bûye ku Tevgera Azadiya Kurdî û civaknas vê yekê wekî jenosîd/komkujiya zayendî bi nav dikin. Li gor daneyên Netewên Yekbûyî di sala 2024an de, her 10 deqîqeyan carekê jinek, an zarokeke keç hatiye kuştin. Her sal zêdetirî 50 hezar jin û zarokên keç ji hêla xizmên xwe yên mêr ên herî nêz ve tên kuştin. Ev kes an hevjîn, evîndar, hevjînê berê, nasek, evîndarê berê, xizm, bira, kur an jî bav e. Ev hejmar di sala 2021ê de gihîştibû 81 hezarî. Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ya sala 2025an, mêran herî kêm 391 jin kuştin. Piraniya van kuştinan di nav malbatê de çêbûne. Ev tenê ew bûyer in ku ji raya giştî re hatine ragihandin. Lê gelek kuştinên ku sedem ne diyar in jî wek xwekujî tên ragihandin. 

Gihîştina statîstîkên fermî û nûjen ên li ser kuştina jinan li welatê me pir kêm û zehmet e. Di vî warî de, hin rêxistinên civaka sivîl ku her cure kiryarên zirardar ên li dijî jinan, nemaze kuştinan tomar dikin, nexşeyek tundûtûjiyê aşkere dikin. Di çarçoveya vê lêkolînê de, di navbera hejmara raporên nûçeyan ên hatine weşandin û hejmarên ku ji hêla platformên jinan ve tên peydakirin de cudahiyek girîng heye. Ev nîşan dide ku li deverên cuda yên welatê me jin bi bêdengî tên kuştin û mirina wan jî nabe nûçe.

Nûçeyên ku di çarçoveya nêrînên mêran de hatine çêkirin, dijminatiya li hember jinan xurt dike, wan bêhtir li hember tundûtûjiyê dixe nav tengasiyê. Dema ku dor tê ser nûçeyên li ser tundûtûjî û kuştina jinan, naveroka nûçeyan meyla wê heye ku pirsgirêkê bi awayekî yekalî çareser bike. Sûcên sûcdarên mêr bihincet û danasînên psîkolojîk û takekesî pêşkêş dikin. Rast e, aliyek van bûyeran ê bi derûniyê ve girêdayî heye. Em dikarin bibêjin ku ev kes bi rastî jî ne normal in, xwedî mêjiyên nexweş in, lê sedemek din heye ku bi awayek zanebûyî, veşartî û plankirî li hember jin û civakê tê bikaranîn. Ev jî şerê taybet ê sîstema mêtîngeriyê ye. 

Li hember têkoşîn, helwest û xurtbûna tevgerên jinan ên rêxistinkirî, hêzên kûr vala nasekinin, serî li polîtîkayên tundûtûjiyê yên xapînoktir didin û rêbazên şerê taybet bi kar tînin. Şerê taybet ji polîtîkayên ku ji bo pêkanîna planeke stratejîk a piralî û demdirêj pêk tê ku li ser bidestxistina encamên serkeftî yên ji bo berjewendiyên xwe disekine. Armanc ew e ku civakê ji nirxên exlaqî û cewherê xwe biqetîne. Her wiha bi teşwîqkirina takekesiyê mirovan ji civakîbûnê dûr bixe û veguherîne tiştekî qels û bêhêz. Ev rêbaz a herî bi bandor e ku mirov bi wê pir hêsanî tê kontrolkirin. Bi demê re ew kes dikarin li hember civaka xwe derkevin û wek amûrek gefê werin bikaranîn. Ev yek destwerdana jiyana kolektîf û exlaqî ya civakê ye. Şop û rêbazên wî yên îdeolojîk û derûnî bi aliyên siyasî, leşkerî, çandî, civakî û aborî jî hene. Em dikarin bêjin ku îstismara aborî ya herî sereke ye û xizaniyê bi xwe re tîne û dikare wekî polîtîkaya destpêkê ya hilweşîna exlaqê civakî were destnîşankirin. Tiryak, fihûş, sîxurî û koçberî- polîtîkayên pir cuda, lê bi hev û xizaniyê ve girêdayî ne. Ev girêdan naveroka şerê taybet ê veşartî, tijî dike û her wiha dikare wekî pratîka neokolonyalîzmê were hesibandin.

Yek ji polîtîkayên mêtingeriyê ya hilweşîn û xirabkirina pîvanên çandî û exlaqî, komkujiya jinan e. Bi kuştinê, mebesta me ne tenê kuştina fîzîkî ye, lê kuştina psîkolojîk, hestyarî, aborî û exlaqî ye jî. Polîtîkayên mêtingeriya nû yên ku jinên kurd hedef digirin piştî sala 2015an dest bi belavbûna bilez kir. Bi taybetî li bajarên kurdan ên bi helwestên siyasî yên bihêz, jinên ciwan ji hêla kesên destnîşankirî ve hedef tên girtin û xapandin. Hestên wan bi rêya dafikan tên manîpulekirin û ew dikevin bin bandora çanda populer a serdest. Dibe ku di ti demên din ên dîrokê de tundiya mêran û ya dewletê, polîtîkayên bi vî rengî yên dijminatiya jinan kirine, pêk neanîne. Jinên ku ji neçarî xwe dikujin ji ber encamên van polîtîkayan in. Mêrê kujer jî bi saya polîtîkayên bêcezatiyê bi wêrekî di nav civakê de digerin û kiryarên xwe didomînin.

Di her çîrok û bûyerê de, em dibînin ku qurbanî jineke kurd e û sûcdar jî kesên bi cilên fermî, yan jî yekî nêzîkî wan e. Di bûyerên Îpek Er, Gulistan Doku, Rojin Kabaîş û gelekên din de, rayedaran bala civakê bi zanebûn kişand ser xwekuştinê. Ev nixumandina rastiyê ye ku civak bi sûcdar û planan nehese û ew jî karên xwe bi rêk û pêk bidomînin. Lê belê ew çi bikin bila bikin, rastî di dawiyê de derdikeve holê. Ya girîng ew e ku doz bi israr û biryardarî were şopandin. Di doza Gulistan de, tora têkiliyên di navbera kesên têkildar û beşdariya navendî ya rayedaran de bi awayekî zelal nîşan dide ku polîtîkayên şerê taybet çiqas civakê tehdît dikin. Ger ne ji ber sekna rêxistinên jinan, malbata wê û îradeya gelê Dêrsimê bûya, ev bûyer nedihat lêkolînkirin jî. Ew ê wekî dozek windahiyê bihata hesibandin. Hem têkoşîna jinan û hem jî helwesta raya giştî di ronîkirina bûyerê de rolek girîng lîst. Dîsa hewl tê dayîn ku kuştina Rojin jî were nixumandin. Divê bê zanîn ku di sîstema şerê taybet de, her cure rêbaz tê bikaranîn, lê tenê qaîdeyên edaletê nayên sepandin. Gelek mînak hene ku di dawiyê de, dadgeh jî hewl didin ku hemû sûcê tiştên ku qewimîne bixin stûyê jinan. 

Ev mesele êrişek siyasî ye û bi zanebûn tê organîzekirin. Ji bo ku rê li pêşiya bûyerên bi vî rengî bê girtin, divê civak, bi taybetî ciwan û jin, hişyar bin û xwe bi rêxistin bikin. Tevgera Jinên Kurd jî di vê zanînê de ye û hewl dide ku jinan bi avakirina rêbazên exlaqî, siyasî û civakî bi jiyanê ve girêbide, da ku ew bikaribin bi çand û nasnameya xwe bi azadî bijîn. Lê ev yek jî dibe sedema êrişên li hember jinên têkoşer û şoreşger. Ji bo wê tevgerên jinan dibêjin ku ‘jinkujî siyasî ye’ û di şexsê jinan de jiyanê têk dibe û civakê hildiweşîne. Mifteya pêşîgirtina vê hilweşînê jî tenê bi jiyaneke rexistinkirî pêkan e.