Serhildana li navenda qeyranê: keda jinan

Li gel zextên civakî yên wekî "Tu çima dixebitî ?", Nezahat Kiliç a kargeha xwe ava kiriye wiha got: "Jin dikare her tiştê dixwaze, bi dest bixe. Azadiya aborî ne tenê dahat e, ew azadî û bextewariya jinan e."

1 deqe xwendin
Serhildana li navenda qeyranê: keda jinan

Buşra Turan

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, her qeyrana aborî kûrtir dibe û enflasyon zêde dibe, dahata malbatan bi lez kêm dibe û jin neçar dimînin bikevin nav karê erzan. Guhertinên bihayê yên heftane û lêçûnên zêde, gefê li domdariya kargehên biçûk dixwin. Tevî rolên zayendî yên civakî û zextên hawirdorek xebatê ya "serdestiya mêran", jinên ku serxwebûna aborî bi dest dixin ne tenê budçeyên malbatê baştir dikin, di heman demê de pêşengiya veguherîn û rizgariya civakî jî dikin.

Nezahat Kiliç a li navçeya Bazîda Agiriyê dijî û demek dirêj e eleqeyeke wê bi xwarinçêkirinê re heye, yek ji wan jinan e ku bi keda xwe li dijî qeyrana aborî têdikoşe. Nezahat Kiliç a rêwîtiya xwe ya xwarinçêkirinê li malê bi derfetên xwe dest pê kiriye, niha li dikana xwe ya li Bazîdê berdewam dike. Xwarinên xweş ên ew çêdike, hem hêza veguherîner a keda jinan û hem jî îradeya jinekê ya ku di siya qeyranê de, bi hêz bisekine, temsîl dike. Nezahat Kiliç yek ji wan jinan e ku bi ruhê xwe yê karsaziyê zextên civakî yên ku pê re rû bi rû maye, derbas kiriye. Îro, ew hem ji bo zarokên xwe pêşerojê ava dike û hem jî bi keda xwe li hember zehmetiyên ku ji ber qeyrana aborî çêdibin li ber xwe dide.

Karsaz Nezahat Kiliç li ser astengiyên civakî, bandorên qeyrana aborî ya li ser mitbexê û girîngiya serxwebûna aborî ya jinan, axivî.

Ew bi darizandina civakî re rû bi rû maye

Nezahat Kiliç, diyar kir ku ew ji bo beşdarbûna budceya malbatê ketiye nav kar û got wê destpêkê ji kesên derdora xwe bertekên neyînî wergirtiye, lê hêdî hêdî kargeha xwe berfireh kiriye. Nezahat Kiliç diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî dixwaze bixebite û got: "Dema ez li ser tiştên ku ez dikarim bikim difikirîm, min got ez ji çêkirina xwarinê hez dikim, ez dikarim di vî warî de karekî bikim. Min li malê dikir, lê ew serketî nebû. Piştre ez li ser vekirina kargehek biçûk fikirîm. Min biryar da ez ji tiştekî biçûk dest pê bikim. Û ew pir baş çêbû. Dema min kargeha xwe ya yekemîn vekir, bertek pir xirab bûn. Mirovan digot, 'tu çima dixebitî, ma hevjînê te tune ye, ma pêdiviya te bi pereyan heye?' û hewd. Wekî jinekê, min rexneyên pir tund wergirtin. Piştre dikandarên herêmê ez nas kirim. Min got, 'hevjînê min heye, lê ez debara malbata xwe dikim’. Rewşa aborî niha pir xirab e, mirov nikarin debara xwe bikin. Min zarokên xwe mezin kirin û ez xebitîm da ku debara malbata xwe bikim. Destpêkê ez pir bi tundî hatim darizandin. Lê her kes hewceyî pereyan e, dewlemend û xizan tev. Ez ji bo dahatiyekê dixebitim. Zarokên min mezin bûne, çima ez li malê rûdinim?"

'Divê jin dev jê bernedin'

Nezahat Kiliç diyar kir ku destpêkirina karsaziyê hêz û bawerî daye wê û teqez kir ku jin hewce ye serxwebûna aborî bi dest bixin. Nezahat Kiliç got: "Serxwebûna aborî tiştekî pir xweş e. Ez wê ji hemû jinan re pêşniyar dikim. Divê kes ji kesekî din hêvî neke. Malbat, xizm, divê her kes xweser be. Jin dikare her tiştê ku dixwaze bike. Jin pir bi hêz in. Divê jin her gavê hewl bidin, divê dev jê bernedin. Her kes tiştekî jê hez dike heye. Divê ew jêhatîbûna xwe bibînin û biceribînin, divê dev jê bernedin. Divê ew xwe bi pêş ve bixin. Jin bi hêz in, ew ê bi ser bikevin. Divê ew jêhatîbûna xwe bibînin û karê ew jê hez dikin bişopînin, ew dikarin bikin."

'Divê jin azad bin'

Nezahat Kiliç, diyar kir ku ew ji ber qeyrana aborî ji bo berdewamkirina kargehên xwe têdikoşin û girîngiya bidestxistina serxwebûna aborî ji bo jinan teqez kir. Nezahat Kiliç got: "Li ser vê yekê, şer jî heye. Biha her roj zêde dibin. Penîr, vexwarin, berhemên şîr û goştê ku em îro dikirin her hefte etîketên wan tên guhertin. Ev pir dijwar e; em tenê ji bo ku li ser piyan bimînin têdikoşin. Em kirîna xwe ya heftane li sûkê dikin. Firoşkarên bi komî firotinê dikin, her hefte etîketan diguherînin. Ev nîşaneya herî mezin a qeyrana aborî ye. Ez difikirim ku dema jin serxwebûna aborî bi dest bixin, ew ne hewceyî mêran in. Divê ew her tiştî ji mêran hêvî nekin. Ger ew bikaribin bi rê ve bibin, pir baş e, ew dikarin li ser lingên xwe bisekinin. Divê jin kargehên xwe ava bikin. Ew dikarin wekî firoşkarek dikanê yan jî karê xwe li malê bikin. Ez difikirim ku divê jin serxwebûna aborî bi dest bixin. Jin şayanê bextewarî û azadiyê ne. Divê jin azad bin."