Şerîfe Mihemedî bi kefaleta hefteyekê hate berdan
Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê yê Îranê tê ragirtin, bi destûra bêhdanê, wek demkî hat berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê ragihand, girtiya siyasî ya kurd Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt a Îranê tê ragirtin, destûra demkî wergirt û wek demkî hat berdan.
Hatiye diyarkirin ku berpirsên girtîgehê Şerîfe Mihemedî bi kefaleta hefteyekê hatiye berdanê.
Derbarê Şerîfe Mihemedî de
Şerîfe Mihemedî di 5ê kanûna 2023an de li mala xwe ya li bajarê Reşt ê Îranê de ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî piştî girtinê şandin girtîgeha bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike.
Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4ê tîrmeha 2024an de bi tometa “derketina dijî desthilatê” cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16ê tebaxa 2025an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39emîn a Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erêkirin. Piştre ev ceza ji ber zextên raya giştî û cîhanê li Îranê kirî, wergerandin 30 sal ê girtîgehê.


