Serokê YNKê: Divê em yekitiyê pêş bixin

Bafil Talebanî: Ji bo komkujiyên weke Enfalê çênebin, divê em yekîtiyê pêşbixin

1 deqe xwendin
Serokê YNKê: Divê em yekitiyê pêş bixin

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî der barê rewşa rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û got: “Ya ku li Rojava diqewime nayê qebûlkirin û divê raweste. Gelê kurd wê bêdeng nemîne.”

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî der barê êrişên çeteyên DAIŞ, hikûmete demkî ya Sûriyeyê û dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir.

Bafil Talebanî ewil êrişên li ser gelê kurd bi tundî şermezar kir û got: “Kiryarên li Sûriye û rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebulkirin û divê werin rawestandin. Gelê kurd bêdeng namîne û wê paşguh neke.”

Talebanî di dewama daxuyaniya xwe de got ku Rojava dijî şerê DAIŞê bi hezaran keç û kurên xwe ji dest dane, cîhanê parast û di berdelê wê de bedelên mezin daye. Talebanî got ku ew parastin û rêzdariyê heq dikin.

Herî dawî jî serokê YNKê ji bo parastina xelkê sivîl bang li Yekitiya Ewropa, Amerîka û gelê Amerîkayê kir ku bê dudilî û berpirsyarane tevbigerin.