Şervanên di dorpêçê de banga derbaskirina sînorê Kobanê kirin

Şervanên li Girtîgeha Eqtanê di dorpêçê de, ji bo meşa ku dê li ser sînorê Kobanê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û got: “Heke sînorê Kobanê were derbaskirin dê pêşiya êrişan were girtin.”

1 deqe xwendin
Şervanên di dorpêçê de banga derbaskirina sînorê Kobanê kirin

Şervanên li Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê di dorpêçê de, qeydekî deng şandin û ji bo meşa ser sînorê Kobanê banga tevlibûnê kir. Şervanên HSDê diyar kir ku di girtîgehê de DAIŞî hene, ew girtîgehê diparêzin û niha di dorpêçê de ne. Şervanan, got ku ji bo têkiliyên wan bên qutkirin, Tirkiyeyê li dora girtîgehê CAMER bicih kiriye û gotin ku rewşa wan niha baş e. Şervanan, da zanîn ku girtîgeh li ser qadeke biqasî 5-6 km, mezin e û bi vê boneyê şervan li ber xwe didin. 

Şervanan, da zanîn ku çalakiyên kurdan ên li Tirkiyeyê mirûzê wan pir xweş dike û got: “Li aliyê Qamişloyê gelê me sînor derbas kir. Divê heman tişt li aliyê Kobanê jî bibe. Heke sînorê li rexê Kobanê jî were derbaskirin, dê pêşiya êrişan were girtin. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê çarçoveyê de tevbigerin.”