Şervanên HSDê li Sirrînê gelek çete kuştin
Komên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMOyê du rojin êrîşî gundewarên bajarê Sirrînê Kobanê dikin. Şervanên HSD, YPG û YPJê bersivên xurt dan û derbeyên giran li wan xistin. HSDê di çalakiyan de gelek çete kuştin.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANHAyê ji herêmê ragihandine, komên çeteyên HTŞ, DAIŞ u ya Suriyeyê û dewleta Tirk, îro (22 Çile) serê sibehê bi topên obus, tang û gelek çekên giran êrişî bajarê Sirrînê kirin. Li ser êrişan şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersivên tund dan û pevçûn derketin.
Di encama pevçûnan de wesayîteke ku çeka doçka li ser bû, 2 motorsiklet, wesayiteke bi zirx hatin hilweşandin û gelek çek hatin desteserkirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin.


