Şervanên YPJê: Em ê heta dawiyê têbikoşin û gelê xwe biparêzin
Şervanên YPJê li bajarê Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniya çapemeniyê dan û peyamên dîrokî ragihandin.

Şervanan diyar kirin ku wan bersiv daye banga seferberiyê û bi sedan ciwan berê xwe dane eniyên şer dan ku jiyaneke birûmet ava bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê li ser banga şehîd Ziyad a ‘Em bi mirinê re şer dikin’ bimeşin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe biparêzin.
Şervanên YPJê hişyariyeke tund dan dagirkeran û gotin ku bila kes nefikire ku dikare bi hêsanî bikeve hundirê Hesekê, ji ber ku heta ew neyên pelçiqandin derbasbûn nîn e.
Hate destnîşankirin ku baweriya wan bi ti hêz û diyalogên navneteweyî nîn e û tenê xwe dispêrin hêza gel û ciwanan.
Şervanan bang li gel kirin ku li rûmeta xwe xwedî derkevin û ragihandin ku ew ê bi biryardariya ‘Ya serkeftin ya serkeftin’ heta dawiyê tê bikoşin.


