Şervanên YPJê ji girtîgeha Eqtanê peyama berxwedanê dan
Şervanên YPJê yên li Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê peyama berxwedanê dan û gotin dê têkoşîna xwe ya ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bidomînin.

Êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Berxwedana HSD û YPJê ya li dijî êrişan jî berdewam e. Şervanên YPJê yên li Girtîgeha Eqtanê ya Reqayê ku çeteyên DAIŞê tê de tên rargirtin, peyameke bidîmen şandin û bal kişandin ser berxwedanê.
Peyama şervanên YPJê wiha ye: “Em, Girtîgeha Eqtanê ku bi hezaran DAIŞî tê de tên ragirtin, ji êrişan diparêzin. Ev çeteye li ser ewlehiya cîhanê xetere ne. Em ê li vir ewlehiya cîhanê biparêzin. Ev du roj in tevî her cureyên êrişan jî me ev der terk nekir. Weke YPJ em dizanin ku bûne hêzeke mirovahiyê. Lewma jî em ê heta dawiyê rûmeta mirovahiyê biparêzin.
Bi tank, top û balafiran êrişî me dikin. Em natirsin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Bila dinya, berxwedana li vê derê bibîne. Bila guh bide dengê me. Bila her kes bizane ku ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin.”


