Şervanên YPJê maşîna çeteyan rûxand
Şervanên HSD û YPJê maşîna zirxî ya çeteyan raxand. Çeteyên ku xwestin êrîşî gundê Ayla yê Til Temirê bikin negihiştin meqseda xwe.

Çeteyên girêdayî HTŞê û çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrîşî gundên herêmê dikin. Şervanên HSD û YPJê jî li dijî êrîşên komên çeteyan berxwedanek tund nîşan didin. Komên çeteyan hewl dan êrîşî gundê Alya yê bajarê Til Temirê bikin. Lê şervanên HSD û YPJê maşîna zirxî ya çeteyan îmha kir.

