Şevanên HSDê xwe ji girtigeha Elqtanê vekişandin Kobanê.
Şervanên QSDê ji vê sibehê û pê ve xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişandin Kobanê.

Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku bi hezaran çeteyên DAÎŞê lê girtî bûn, ji aliyê çeteyên dewleta tirk, DAÎŞ û HTŞê ve dorpêçkirî bûn. Bi rojan li hemberî girtîgehê êrişên giran hatin kirin. Çeteyên DAÎŞê yên li girtîgehê gelek caran hewl dan ji girtîgehê birevin. Lê belê di encama berxwedana bi rojan a şervanên QSD, YPG û YPJê de ev hemû hewldan hatin têkbirin.
Şevanên HSDê ku girtigeha Elqtanê ji êrîşên çereyên HTŞ-DAIŞê diparastin, piştî berxwedana bi rojan xwe vekişandin Kobanê.


