Sewsen Ehmed: Em ê Newroza îsal li Efrînê pîroz bikin

Berdevka Meclîsa Jinên Efrîn û Şehbayê Sewsen Ehmed anî ziman ku di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de wê konvoya duyemîn a koçberên ji Efrînê di demeke nêz de vegere Efrînê.

1 deqe xwendin
Sewsen Ehmed: Em ê Newroza îsal li Efrînê pîroz bikin

Efrîniyên ku ji sala 2018an û vir ve ji ber êriş û dagirkeriya dewlet tirk û komên wê yên çete koçber bûne, di çarçoveya bicihanîna Peymana 29ê Çileyê ya navbera rêveberiya HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de 9ê adarê dest bi vegera li warê xwe kirin. Koma destpêkê ya efrîniyên koçberbûyî ji Hesekê bi rê ket û ber destê sibeha 10ê adarê gihîşt Efrînê.

Efrîniyên ku ji ber êrişên dawî yên komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê careke din koçber bûn, li seranserê rojavayê Kurdistanê belav bûn. Li gorî agahiyan li bajarê Qamişloyê 5 hezar û 500 malbat, li Dêrikê 2 hezar malbat, li Hesekê hezar malbat û li Kobanê jî nêzî 500 malbatên efrînî bi cih bûne.

Berdevka Meclîsa Jinan a Efrîn û Şehbayê Sewsen Ehmed li ser rewşa efrîniyên koçberbûyî û pêvajoya vegera li Efrînê ji ANFê re axivî.

Sewsen Ehmed destpêkê bal kişand ser vegera 400 malbatên efrînî û got: "Me weke meclîsa gel, amadekarî ji bo vegera li Efrînê kir. Em destpêkê gelê xwe bi rêxistin kir, pêdiviyên wan ên ji bo vegerê pêk anîn û di 9ê adarê de koma destpêkê ya ji 400 malbatî şand. Ji bo vegerê em destpêkê giraniyê didin koçberên li bajarê Qamişloyê, ji ber ku li vî bajarî hejmareke zêde ya koçberan li hev kom bûne. Koçber li zêdeyî 120 dibistanan hatine bicihkirin."

Sewsen Ehmed anî ziman ku ew niha amadekariyê ji bo vegera koma duyemîn dikin û got: "Wê vê carê nêzî 200 malbat ên navçeya Raco û gundên girêdayî Efrînê bi rê bikevin. Em ê pêwîstiyên wan temam bikin û bi vî rengî bikin ku bi rê bikevin."

Sewsen Mihemed diyar kir ku koçberên Efrînê pir êş kişand û got: "Em îro pir kêfxweş in, dema ku em dîmenê gelê xwe ên li Efrînê û yên ku vedigeriyan Efrînê dibînin. Em giştî koçberên Efrînê ne, me gelek zor û zehmetî dîtin. Yek ji wan koçberan jî ez im. Min mifteya mala xwe, wesayita xwe ya Efrînê heta niha bi xwe re hiştiye. Dibe ku biçûk be lê hêviyek pir mezin ji bo vegerê didan min."

Di nava axaftina xwe de Sewsen Mihemed anî ziman ku wê îsal Cejna Newrozê li Efrînê pîroz bikin û got: "Em ê îsal Newrozek xweş li ser xaka Efrînê bikin. Çawa ku 8ê Adarê ji bo me rojeke tekoşînê ya jinan e îsal me rojek din li dîrokê zêde kir. 9ê adarê roja vegera Efrînê ye. Ev roj wê rojeke taybet be. Yek ji zarokên ku doh bi malbata xwe re vedigeriya Efrînê digot min Efrîn nedîtiye lê malbata min qala xweşikbûna wê kiriye ez ê jî niha biçim bibînim."