Şêx Maşûqê Xizna

Şêx Maşûk Xiznewî an jî Xizna-Xezne. Ew kurê Îzzeddîn Xeznewî bû û ji malbata Xeznewî bû. Malbateke meleyên Kurd ên pir bibandor ku terîqetê Xeznewî, şaxek ji terîqa Neqşebendî, damezrand.

1 deqe xwendin
Şêx Maşûqê Xizna

Şêx Maşûk Xiznewî an jî Xizna-Xezne. Ew kurê Îzzeddîn Xeznewî bû û ji malbata Xeznewî bû. Malbateke meleyên Kurd ên pir bibandor ku terîqetê Xeznewî, şaxek ji terîqa Neqşebendî, damezrand. Ev malbat ji gundê Xezne yê girêdayî parêzgeha Hesîçê ye. Maşûqê Xeznewî di 1ê Çileya 1958an de li bajarokê Til Marûf ê bajarê Qamişlo ji dayik dibe. Li cem bavê xwe û her wiha Mela Ebdullah Qertemînî xwendiye. Her wiha ji Enstîtuya Şerîetê ya Enstîtuya Zanistên Îslamî, li Bab el-Cebiye li Şamê, mezûn dibe. Paşê diçe Medîneyê û di warê Zanistên Îslamî de lîsansa bilind wergirtiye. Di Zanistên Îslamî de lîsans, master û doktoraya wî ji zanîngehên cihêreng heye. Di gelek konferansên îslamî yên cîhanê de beşdar bûye, ji wan li Riyad, Viyana û gelek semîner li deverên din ên cîhanê li dar xistine. Di serhildana Qamişlo ya 2004an de, dest bi rêxistinkirina çalakiyên Kurdî dike û di xutbeyên ku li mizgeftan de dida rewşa heyî vedibêje. Ji bilî semîner û dersan, her tim behsa siyaseta zordar a rejîma Baasê