Seyran Elî: Jin li Rojhilat pêşeng in
Rojnemaevan Seyran Elî destnîşan kir ku jinan li Rojhilatê Kurdistanê xwe bi rêxistin kirine û wiha got: “Jin piştî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tim pêşeng bûn. Di nava Hevpeymaniya Hêzên Siyasî de yek ji pêşengan jin in.”

Rojnamevan Seyran Elî ya ji Rojhilatê Kurdistanê têkildarî vê qonaxa guherî û veguherînên li Rojhilatê Kurdistanê tê kirin, rola pêşengtiya jinan û girîngiya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ji Ajansa Rojnewsê re axivî.
Rojnamevan Seyran Elî destnîşan kir ku di van salên dawî de bi taybet çar salên dawî hem Rojhilata Navîn û dîsa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ber guherînanin û zêdetir li ser rol û pirsa Kurdan nîqaş tê kirin.
Seyran Elî anî ziman ku şerê niha bandor li ser Rojhilatê Kurdistanê dike û got: “Êrişî hêz û navendên Îranê tê kirin. Wate li Îranê hêzeke ewlekarî nemaye. Bi taybet piştî ragihandina Hevpeymaniya Hêzên Kurdî nexşe û rola Kurdan cudatir dibe.”
Rojnamevan Seyran Elî diyar kir ku di çend rojên borî de di daxuyaniyên Îranê belav dike de dixwazin danûstandinê bi Kurdan re bikin û wiha axivî: “Ev yek jî nîşan dide ku ji hêzên Kurdî ditirsin. Di vê qonaxê de wê rola Kurdan diyarker be. Lê divê baldar bîn heta ku bizanîn ku wê guherîn li ser çi esasî û çawa pêk werin.”
Têkildarî rola jinan ya di vê qonaxê de jî Rojnamevan Seyran Elî ev got: “Piştî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şûnde jin tim pêşeng bûn di xebata li Rojhilatê Kurdistanê. Vê yekê jî kiriye ku jin xwedî rolên girîng û cuda hebin. Xwe bi rêxistin kirine. Ji xwe di nava Hevpeymaniya Hêzên Siyasî de yek ji pêşengan jî jin bû. Jin li nava xaka Rojhilatê Kurdistanê kar û nîqaşê dikin û di hemû çalakiyên sivîl de xwedî rolin. Bi taybetî jî dayîkên şehîdan.”
Herî dawî Seyran Elî qala girîngiya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdan ya li Rojhilatê Kurdistanê jî kir û ev anî ziman: “Ev hevpeymaniye daxwaza hemû Kurdan bû. Bi taybet di vê demê de ku tirsek mezin ketiye nava dilê rejîma Îranê. Ji xwe bê navber niha êrişî aliyên Kurdî dikin. Ev jî vê yekê piştrast dike ku ji hêzên Kurdî ditirsin. Ji ber ku Kurd hêza herî berbav ya li Îranê ye.”


