Şîn û şahî
Bavê Şervan, parêzvanê şoreşa Rojava, rûyê kurdan ê navnetewî çû ser dilovaniya xwe. Şîna kurdan giran e. Bi qasî şîna kurdan giran e şahiya wan jî mezin e.

Îro min bi hevalekê re li ser telefonê sohbet dikir. Me behsa şewata Ronahî Tv dikir. Serê sibê di nûçeyan de pê hesiyam ku avahiya Ronahî TV şewitiye. Lewma di sohbetê de mijara şewata Ronahî Tv jî derbas bû. Ronahî tv di destpêka şoreşa Rojava da hat damezirandin û bi salan e bûye deng, hest û rengê şoreşê. Lê avahiya wê qenalê duh bi tevahî şewitî. Ji bo gelên rojava cihê xemgîniyê ye. Ew Ronahî TV ku navê xwe ji kovara Ronahiyê digire. Kovara Ronahî kovara yekemîn bû ku bi tîpên latînî hatiye weşandin. Çawa ku kovara Ronahî di weşangeriya kurd de qonaxeke nû bû, Ronahî TV jî di karê televîzyongeriya kurdî de qonaxeke nû bû.
Hevala ez pê re diaxivîm behsa mijarên navrojê kir ku dê di weşanê de cih bigirin. Şehadeta Salih Muslim, wefata Ahmed Hiseynî, salvegera komkojiya Qamişlo û Kobanê… Lîste dirêj dibe û li ser zêde dibe; dorpêça li ser Kobanê, şerê Îran-ABD/Îsraîlê û bandora li rojhilatê Kurdistan… Min jî got ‘kurd ji bo êşê bikişînin hatine dinyayê.’ Herkes li ser navê kurdan diaxive lê kêm kes dizanin û fêm dikin ka kurd çi dikin. Kurdistan bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn û her roj bobelatek tê serê wan.
Duh hevserokê berê û niha jî endamê konseya hevserokatiya PYDê Salih Muslim çû ser dilovaniya xwe. Yek ji pêşengê şoreşê bû. Şoreşa Rojava di jiyan û têkoşîna wî de şênber dibû; mirovek dilnizm, hezkiriyê gelê xwe, şopdarê têkoşînê. Mîna şoreşgerekî jiya lewma hemû kesî jê hez dikir. Min li peyamên sersaxiyê hatin dayîn nihêrî, bi rastî jî wî ked û mîrateyeke mezin li pişt xwe hişt. Bavê Şervan, parêzvanê şoreşa Rojava, rûyê kurdan ê navnetewî çû ser dilovaniya xwe. Şîna kurdan giran e. Bi qasî şîna kurdan giran e şahiya wan jî mezin e.
Li aliyê din pîrozbahiyên 8ê adarê hêj nû qediyan. Jinan got, ‘niha dema jinê ye’ û bi deng û rengê xwe kolan û qad xemilandin. Bi bayê Jin Jiyan Azadî wekî pêlekê herikîn. Niha jî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir. Piştî deklerasyona Newrozê ev du sê roj in li dehan cihan agirê Newrozê tê pêxistin. Meşên bi meşaleyî tên lidarxistin, agirê Newrozê gur dibe. Tilîlî, stran, govend bi hev re dikelijin. Wê demê ez dibêjim kurd ji bo şahiyê hatine dinyayê.
Nizanim gelo li ser rûyê cîhanê gelekî din ê mîna kurdan heye ku hem şîn û hem şahiyê di nav hev de dijî. Şervanên kurd bi tilîliyan di çeperan de şer dikin. Cangorî bi stran û sloganan tên veşartin. Bi vî awayî naşibin ti kesî. Helbet kurdê ku ez behs dikim, ew kurd in ku bi rastî bi derdê kurdbûna xwe dijîn. Nexwe gelek kurd hene stran û govendê heram dibînin. Di şer de cihgirtina jinan wekî guneh dibînin. Di hawariya şehîdekî de polîsekî ji malbata şehîd re digot, “Hûn ne taziyê datînin hûn mîtîngê dikin, ez dizanim ku taziyên kurdan ne wisa nin.” Helbet li gorî wan hewce ye taziye bêdeng bidome. Lê kurdên di nav têkoşînê de pijiyane nikarin bi bêdengî taziyên xwe bidomînin.
Texmîn dikim ku hinek bêjin ‘çima nikarin bêdeng bidomînin, nav li ser e, di şînê de şîn tê girtin’. Heke şînek normal be erê lê şîna şervanekî, şoreşgerekî nabe bêdeng bidome, nabe tenê wekî şînê were dîtin. Ew hem şîn e hem têkoşîn e. Ev ne tiştek kêfî ye, ev şêwazeke jiyanê ye, şêwazeke berdewamiya têkoşînê ye. Diyalektîka jiyanê ye ev.
Gelek caran di dîmenan de xuya dibe. Berî gerîla biçin çalakiyê govendê digerînin, stranan dibêjin. Ev şêwaza serkeftinê ye. Rîtûela berdewamiya jiyanê ye. Silavkirina jiyanê ye. Kemal Pîr ji Esad Oktay re digot, ‘Nebêje qey em ji mirinê hez dikin, na em ji jiyanê pir hez dikin. Em ewqasî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de canê xwe didin’. Ev nîşaneya watedayîna jiyanê ye. Lewma di her şînê de şahiyek heye, di her şahiyê de şînek heye li cem kurdan. Newroz şahî ye lê di heman demê de şîn e jî. Şîna bi hezaran cangoriyên ku bedena xwe kirine giloka agir. Şîna Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan e. Şîna Rahşan û Ronahî ye, şîna Sema û Viyan e. Di heman demê de şahî û kêfxweşiya wan e.
Têkoşîna azadiyê kir ku kurd şîn û şahiyên xwe bi hev re bijîn. Hîn bûn ku ji her şînê têkoşîneke nû biafirînin, hîn bûn ku ji her şahiyê girêdayîn û dilsoziya bi cangoriyan re mezin bikin.
Me 12ê Adarê, salvegera komkujiya Qamişlo li pey xwe hişt. Kurdan ji bo pêşiya komkujiyên nû bigrin xwe birêxistin kir û ber bi şoreşa 19ê Tîrmehê ve meşiyan. Wan ji komkujiyekê şoreşek afirand. Di her pîrozbahiya 19ê Tîrmehê de cangoriyên şoreşê jî tên bibîranîn. Di her rêzdariya komkujiya 12ê Adarê de şanaziya şoreşa Rojava tê jiyandin.
Kurd şîn û şahiya xwe bi hev re dijîn. Wekî helbestvan gotiye ‘aliyekî me pelan diweşîne, aliyekî me bihar û bexçe ye’. Rastiya me jî wilo ye, aliyekî me şîn e aliyekî me şahî…


