Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin
Ji bo endama YJA Starê Menal Akbal (Hêvî Bahtiyar) di 7ê tîrmeha 2022yan de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Zeynelabîdîn a Nisêbîn a Mêrdînê şîn hat danîn.

Ji bo endama YJA Starê Menal Akbal (Hêvî Bahtiyar) di 7ê tîrmeha 2022yan de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Zeynelabîdîn a Nisêbîn a Mêrdînê şîn hat danîn. Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan û gelek kes serdana şînê kirin.
Girse bi meşê çûn mala şînê û ji aliyê malbata Menal Akbal ve hat pêşwazîkirin. Hevseroka MEDYA-DERê Gurbet Tekîn da zanîn ku gelê kurd bi saya Menal Akbal û hevalên wê hatine van rojan.
Gurbet Tekîn destnîşan kir ku bêyî têkoşîn tu car destkeftî nayên bidestxistin û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir.
Dayika Menal Akbal, Selîma Akbal jî axivî û got keça wê şehîda hemû Kurdistanê ye û wê her tim birûmetî bê bibîranîn.


