Sînemaya Çiya, Halil Dag û ‘Klamek ji Zagrosê’

Xelîl Dag di kurtejiyana Xelîl Dag de fîlmê wek ‘Bêritan’, ‘Dema Jin Hezbike’, ‘Eyna Bejnê’ û ‘Klamek Ji Zagrosê’ kişandiye. Ev fîlman bingeha ‘Sinemaya Çiya’ dadigirin. Derhêner Dag, di 1ê nîsana 2008an de ji bo fîlmek nû dikeve ser rêya çiyayê Araratê. Lê li Botanê li çiya yê Gebarê ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve tê kuştin.

1 deqe xwendin
Sînemaya Çiya, Halil Dag û ‘Klamek ji Zagrosê’

Di dîroka sînemaya kurd de ‘Sînemaya Çiya’ beşeke herî teybet û girîng e. Ev beş temsîla sînemaya berxwêder dike. Ev ne tenê hunerek e, di heman demê de şahîdiyeke dîtbarî ya têkoşîna azadiyê dike. Bêguman mîmar û avakerê wê jî Halîl Uysal (Xelîl Dag) e. Dag, bi jiyana xwe ya kurt û tijî biberhem, bûye sembola ‘Sînemaya Çiya’. Wî kameraya xwe da ser milê xwe, di nav refên gerîla de, estetîkek nû afirand. Belgefîlmê ‘Klamek Ji Zagrosê’ jî yek ji berhemên herî poetîk û estetîk ên vê sînemayê ye. 

Ev fîlm, di fîlmografiya Xelîl Dag de nimûneyeke berbiçav a guhertineke estetîk e. Derhêner, di gelek fîlmên  xwe yên din de motîfên siyasî, şer û gerîla bi kar aniye. Lê di vî fîlmê de her çiqas gerîla hebe jî Xelîl Dag, bi hişmendî û fikra observational, ber bi berhemek estetîkekê, poêtîk ve diçe. Ev guherîn ne tenê formal e, lê di heman demê de guherîneke epistemolojîk e; ew li şûna dîmenên pevçûnê, li ser jiyana rojane ya gerîlayan, afirîneriya hunerî û ahenga mirovan bi xwezaya çiyayî re radiweste. Belgefîlmê ‘Klamek Ji Zagrosê’ ya derhêner Xelîl Dag, yek ji berhemên herî nerm û balkêş ên vê kevneşopiyê ye.

Xelîl Dag di kurtejiyana Xelîl Dag de fîlmê wek ‘Bêritan’, ‘Dema Jin Hezbike’, ‘Eyna Bejnê’ û ‘Klamek Ji Zagrosê’ kişandiye. Ev fîlman bingeha ‘Sinemaya Çiya’ dadigirin. Derhêner Dag, di 1ê nîsana 2008an de ji bo fîlmek nû dikeve ser rêya çiyayê Araratê. Lê li Botanê li çiya yê Gebarê ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve tê kuştin. 

Xelîl Dag li pey xwe berhem û mîrateyek têr û tijî dihêle. Lê ji vê dîrokê şunve jî ‘Sînemaya Çiya’ sêwî dimîne. 

Klamên ji dilên çiya…

Fîlm, bi bîranîna hunermendên wekî Mizgîn, Sevkan, Serhed, Hogir û yên din re, vê kêmîtiyê radixe ber çavan û girîngiya Argeş wekî berdewamkerê kevneşopiya dengbêjiyê di şertên herî zehmet de diyar dike. Estetîka fîlmê: Xweza, deng û mîstîsîzm di warê estetîkî de, ‘Klamek Ji Zagrosê’ xwedî taybetmendiyên pir dewlemend e. Dîmenên xwezaya Zagros û Çarçela (çiyayên bilind, daristanên kesk, mijên serê çiyan, ronahiya sibê û ava zelal) ne tenê paşreng in, lê bixwe karakterên sereke yên fîlmê ne. Kameraya Dag bi sebir û poetîk van dîmenan qeyd dike. Demên dirêj ên temaşekirina xwezayê, hêdîbûna montajê û bikaranîna dengê xwezayî (ba, çivîk, ava herik) hestek mîstîk û giyanî diafirîne ku temaşevan dikişîne nav cîhaneke hundirîn. Bingeha hunerî ya fîlmê stran in. Stranên Argeş, yên ku ji kevneşopiya bavê wî tên û bi hestên gerîlatiyê tên dagirtin, fîlmê dixemilînin û wê geş dikin. Strana, ‘Ez Koçer im’ wekî mînaka herî bibandor derdikeve pêş; ’Ez koçerek bê war im, ketim ser rêya te’.

Dixwazim konê xwe deyînim li nav dilê te

Bi hesrata te dîn dibim bê hal dibim…’

Ev stran ne tenê muzîk e, lê di heman demê de îfadekirina evînî ya ji bo çiya, azadiyê, xwezayê û jiyaneke paqij e. Fîlm bi vî awayî dengbêjiyê ji kevneşopiya devkî derbasî formeke dîtbarî ya nûjen dike û wê dike parçeyek ji sînemaya yê. ‘Klamek Ji Zagrosê’ dikare di çarçoveya ‘Sînemaya Çiya’ ya kurdî, eko-sînema û humanîzma post-kolonyal de were lêkolînkirin. Fîlm, berevajî gelek berhemên din, li ser jiyana bê kuştin, rojane û estetîk a gerîlayan radiweste. Ev nêzîkatî fîlmê dike berhemeke zelal û kûr. Di şexsê Argeş de em dibînin ku gerîla ne tenê şervanek e, lê hunermendek, kurê xwezayê û berdewamkerê çandê ye jî. 

Ev strana zarokê çiyayî ne

Di warê teknîkî de, fîlm hinekî amatorî xuya dike. Jixwe ev yek jî taybetmendiyeke xwezayî ya sînemaya çiya ye. Nebûna budçeya mezin, tunebûna alavên profesyonel di rastiyê de dibe hêz: dîmenên xwezayî yên neguherbar, lîstikvaniya rastîn a gerîlayan û nêzîkatiya belgefîlmê ya rasterast, fîlmê nêzîktirî rastiya jiyanî dike. ‘Klamek Ji Zagrosê’ berhemeke girîng e ku cihê xwe di dîroka sînemaya kurd de jixwe bi dest xistiye. Ew ne tenê çîroka Argeş vedibêje, di heman demê de nameyeke evînî ye ji bo çiyayên Kurdistanê, kevneşopiya dengbêjiyê û jiyana gerîlatiyê ya xwezayî ye. Bi vê fîlmê, Xelîl Dag, nîşan dide ku sînemaya çiya dikare ji siyasîbûna rasterast derbasî qada humanîst, estetîk û çandî bibe. ‘Klamek Ji Zagros’ klamek e ku ne tenê ji Zagrosê, lê ji dilê çanda kurd tê û ber bi siberojeke hunerî ya geş dibe û ve diherike.

Di encamê de, ev fîlm mînaka wê yekê ye ku huner di nav têkoşînê de jî dikare azad, evînî û poetîk bimîne. ‘Klamek Ji Zagros’ ne tenê belgefîlmek e, lê di heman demê de klamek e ji bo hemû kesên ku di navbera çiya û dil de, di navbera huner û azadiyê de pirekê ava dike. Wekî gotinên Argeş ; ‘Bavê min ê dengbêj; ev stran ji bo te ye. Ev stran strana me ye, strana zarokê çiyayîne’. 

Belgefîlm bi van gotinan bi dawî dibe. Xelîl Dag bi vê re Kurdistanê, xwezaya çiya, stran û jiyana gerîla nîşanî temaşevanê sînemayê dide.