Sirri Sureyya Onder nehat jibîrkirin

Sirri Sureyya Onder ku di piraniya emrê xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşiya, di Newroza Amedê de nehat jibîrkirin.

1 deqe xwendin
Sirri Sureyya Onder nehat jibîrkirin

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku di 3yê gulana 2025an de li Stenbolê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, di Newroza Amedê de nehat jibîrkirin. 

Sînevîzyona ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder hatibû amadekirin, ji hêla sedhezaran ve hate temaşekirin. Di sînevîzyonê de dîmenê Onder ê Newroza sala 2013an a Amedê ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwend û axaftina wî ya di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an de cih girt. 

Her wiha wêneyên Onder ên li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kişandibû jî di sînevîzyonê de cih girt. 

Bi bidawîbûna sînevîzyonê re girseyê li çepikan xist û dirûşm berz kir.