Sirri Sureyya Onder: Ya girîng îrade û biryardariya hat nîşandan e

Serokwekîlê TBMMê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ê di şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih girtî, piştî daxuyaniya PKKê ya îro daxuyanî da ANKAyê.

1 deqe xwendin

Sirri Sureyya Onder ragihand ku wê ji vir û şûnde gelek civîn bên lidarxistin ku wê rayedarên dewletê û siyasetmedar jî beşdar bibin û got: “Di nava 3 mehên pêşiya me de, em hêvî dikin ku wê her tişt sererast bibe.”

Sirri Sureyya Onder anî ziman ku beşê zehmet ê meseleyê wan li paş hiştiye û wiha got: “Di hefteya pêşiya me de wê gelek civîn bên lidarxistin ku wê rayedarên dewletê û siyasetmedar jî beşdar bibin. Wê gelek tişt zelal bibin û hîn şênbertir bibin. Di nava 3 mehên pêşiya me de em hêvî dikin ku wê her tişt sererast bibe.”

Sirri Sureyya Onder ji bo pirsa berdana çekan wê di pratîkê de çawa be? got: “Ez niha nikarim tiştekî ji bo wan bêjim. Ya girîng îrade û biryardariya hatî nîşandan e. Ya mayî, wê her sererast bibe. Destpêkê eger weke Tirkiye em bi samîmiyet û cidiyetê rojeva xwe diyar bikin, ji bo guhertinacîhanê û herêmê wê pêngavên demokratîk li pey hev werin.”