Siyaseta demokratîk û jineolojî
Di sedsala 21ê de, divê têgihîştina siyasetê di nav civakek demokratîk de bi beşdarbûna jinan ji nû ve were nirxandin. Ger ku siyaset demokratîk be û jin bibin hêza pêşeng, pirsgirêkên civakî dê pir hêsantir çareser bibin.

Îro siyaseta ku ji aliyê mêran ve serdest e û dewlet-navendî ye, dibe sedema gelek krîzên civakî. Ji bo derbaskirina vê yekê, pêdivî bi pergaleke siyasî ya demokratîk heye ku jin tê de cih bigirin. Ji ber vê yekê, jineolojî di nav mijarên xwe yên bingehîn de li ser siyasetê jî disekine.
Tê zanîn ku hemû rêbazên civakî li gor siyaseta dewletan tên birêvebirin. Ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkên ku nikarin bên çareserkirin. Ji bo wê divê siyaset di serî de li ser bingeha pêdiviyên civakî bê kirin. Lê belê, siyaseta heyî ji vê rastiyê pir dûr ketiye. Ji ber vê yekê, civak bi wateyek neyînî siyasetê wekî tiştek ji derewan, dizî, gendelî, kirêtî û alîgiriyê pênase dike. Ji ber nebûna şêwaza siyaseta demokratîk, êdî mirovan baweriya xwe ya bi siyasetê wenda kiriye.
Têgihên siyaset û polîtîkayê pir caran bi hev re werin bikaranîn jî, di navbera wan de ji hêla watedayînê ve hin cudahî hene. Siyaset, peyvek bi eslê xwe erebî ye, tê wateya lênêrîna hespan û perwerdekirina wan. Her wiha di çarçoveya birêveberina dewletê de jî tê wateya rêveberî, perwerde û rahênanê. Siyaset li kêleka rêveberiyê cezayê jî dihewîne. Bo nimûne, di lênêrîn û perwerdekirina hespan de, mirov dikarin hem rolên rêveberiyê û hem jî yên cezakirinê bilîzin. Cezakirin jî di birêvebirina dewletan de cihekî sereke digire. Ji hêla din ve, polîtîka jî ji peyva ‘polîs’ a yewnanî tê. Wateya wê bajar û bajar-dewlet e. Polîtîka, nîşana qenciya hevpar e ku şêwazeke birêveberiya berjewendiyên herî baş ên welatiyan dide pêş. Lê îro, ji ber ku ew bi piranî bi berjewendiyên siyasetmedaran ve girêdayî ye, civak hewl dide ku xwe ji qirêjî û xirabiyên siyaseta heyî biparêze. Lê belê, ev helwest ne rast e. Civakê dixe hembêza siyaseta dewletparêz û mixabin bi vê şêwazê pirsgirêkên civakê kûrtir dibin.
Vegotina dîrokî ya ku dibêje siyaset bi damezrandina yekemîn bajar-dewletan li derdora 3 hezar û 500 salî berî zayînê dest pê kiriye, bi kolandinên li Çatalhoyukê ji nû ve hatiye şîrovekirin. Dîtinên girîng nîşan didin ku ev wargeh di 7 hezar û 400 sal berî zayînê hatiye avakirin û bi qasî 8 hezar kes li wê derê bi hev re jiyane. Yanî 4 hezar sal berê li yekemîn bajar-dewletan ev niştecihbûn hebûye. Nebûna nimûneyên şer an pevçûnê li herêmek ku ewqas mirov lê jiyane, hebûna pergaleke xwezayî ya aştiyane û kolektîf nîşan dide. Mirov dikare pergaleke wisa tenê bi şêwazeke rêveberiya exlaqî û polîtîk pênase bike. Li wir peykerê xwedawendek a bi navê Potnia, ku ji vedîtinên arkeolojîk hatiye derxistin, nîşanên girîng li ser hebûna pergaleke navendî ya jinan, peyda dike. Di civakeke wisa komunal de gelek têgihên siyasî yên ku girîngiyê didin pîrozî û exlaqê derdikevin pêş. Lê belê îro, di polîtîkayê de pîrozî û exlaq ew têgih in ku herî zêde tên îstismarkirin. Ev îstismar her çend li dijî jinan tên bikaranîn jî, em dizanin ku ew nirxên girîng ên jinan bixwe ne.
Pêşveçûna paşê ya şêwazek birêveberiyê ya dewletparêz û serdest a mêran, siyaset veguherand şêweyê wê yê îroyîn. Ger polîtîka ne bi dewletê re, danasîna wê bi civakê re were bipêşxistin, têkiliya di navbera dewlet û desthilatdariyê de zelaltir dibe û siyaset wateya xwe ya rastîn bi dest dixe. Dema ku ev cewher wekî hunera azadiyê were hesibandin, hêza raman, biryardan û çalakiya civakê derdikeve holê û li gorî berjewendiyên wê bi pêş dikeve. Ji ber vê yeke jî girêdanek neşikestî, di navbera siyaset, azadî û demokrasiyê de çêdibe. Azadî rastiyê tîne bîra mirovan. Siyaset jî têgihên azadî û rastiyê bi kar tîne ku bingeha civakek exlaqî û siyasî xurt bike. Bi vê helwestê, dema ku dewlet û siyaset dibin wek hev, nayê zanîn ku hêviyên civakê serobin dibin û civak ber bi rewşeke tarî ve tê kişandin. Di siyaseta heyî de gelek caran têgihên wekî demokrasî, pirrengî, qanûnî, aştî, gerdûnîbûn, herêmîbûn û gelekên din tên bikaranîn, civak di navberê de dimîne û dibêje ‘gelo kîjan rast e?’ Ev nîqaş jî hebûn an jî pêwîstiya dewletê dixin ber pirsiyariyê. Bi gotineke din, di civakeke wiha de gava ku desthilatdariya mêran hebe, mirov nikare li ser van mijaran nîqaşan bikin.
Her çend dîroka nivîskî û pêşketina siyasetê heta roja îro siyasetê wekî qada mêran nîşan dide jî, tê zanîn ku di civakên xwezayî de û dema ku mirovahî derbasî jiyana bicihbûyî bû, jinan jî bi awayekî wekhev û aştiyane civak bi rê ve dibirin.
Ji bo ku siyaset demokratîk be û sûdê bide civakê, hebûna perspektîf û nêrîna jinan pir girîng e. Şêwazek siyasî ku jin di nav de cih bigirin, tê vê wateyê ku gelek beşên civakê dê di biryardanê de xwedî deng û gotin bin. Nêzîkatiya jinan a xwezayî ya dadperwertir û wekhevtir, di hemû nîqaş û mekanîzmayên biryardanê de, dê rengê siyaseta heyî biguherîne.
Di civakên gundan de hê jî tê dîtin ku bandora serdema neolîtîkê li ser wan heye. Di civakên eşîrî, qebîleyî û koçerî de, jin hîn jî heta radeyekê di parastin, stargeh û karên civakî de beşdar dibin û xwedî gotin in.
Heta di dema veguherîna bo civakên dewletî de jî, şopên civaka kevin dihatin hilgirtin. Di bajar-dewletên pêşîn de, bi rêjeyek sînorkirî be jî, dayik, xwişk, jin an keçên mêrên serdest, beşdarî siyasetê bûne.
Her çend jin li derveyî siyasetê hatibin hêştin jî şopa wan a têkoşîna ji bo siyaseta demokratîk her gav di warê civaka exlaqî û polîtîk a li dijî civaka serdest a ku ji hêla dewletê ve tê kontrolkirin, berdewam dike. Siyaseta dewletê ya neguherbar ew e ku jinan ji hemû qadên jiyanê dûr bixe, wan tenê mehkûmî xizmetkirina mêran, karên malê û zarokanînê bike.
Di serdema nûjen de, têkoşîna ji bo tevlibûna jinan di qada siyasî de, bi Şoreşa Fransa û Komuna Parîsê û tevgera karkeran dest pê kir. Jinan di van qadan de mafê beşdarbûna civînên siyasî û xwedîbûna deng bi dest xistin. Lê, wek hemû qadên jiyanê, di beşdariya wan a siyasetê de jî gelek astengî derdikevin pêşiya wan. Têkoşîna wan desthilatdariya malbat û mêrên qada siyasî aciz dike. Gava ku ew bixwazin li ser desthilatdariyê bimînin, li ser yekparebûna exlaqî û polîtîk israr dikin, ev jî dibe sedema zehmetiyên mezin. Heke li gorî pergala siyasî ya heyî tevbigerin jî dişibin mêran.
Ji ber vê yekê, di sedsala 21ê de, divê têgihîştina siyasetê di nav civakek demokratîk de bi beşdarbûna jinan ji nû ve were nirxandin. Ger ku siyaset demokratîk be û jin bibin hêza pêşeng, pirsgirêkên civakî dê pir hêsantir çareser bibin.
Pêvajoya dijwar a bipêşxistina siyaseta demokratîk tenê bi rêya nîqaşên berdewamkirî, bipêşxistina perspektîfên cuda û dîtina rê û rêbazên afirîner derbaskirina astengiyan ve mimkun e. Jineolojî beşdariya demokratîk û azadîxwaz a jinan di qada siyasî de vedikole û di çareserkirina pirsgirêkên têkildar de rêberiyê ji wan re dike.


