Siyaseta înkarê û paradîgmaya azadiyê
Têkbirina vê Siyaseta Înkarê ne hesan bû. Ji vî aliyî ve Şoreşa Rojava ne tenê kurd ji vê tariyê derxistin, bi pergala Neteweya Demokratîk bersiveke zanistî da siyaseta înkarê. Li şûna ku kurd jî bibin dewleteke netewe ya ku pêkhateyên din ên weke ereb, asûrî, ermen û hwd. înkar bikin, wan pergaleke pir-çandî, pir-neteweyî û pir-rengî ava kir.

Di sedsala dawî de, siyaseta înkarê ne tenê wekî gotineke siyasî, wekî şewazê rêveberiyê tê bikaranîn. Netew-dewlet, ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk biparêze, hebûna neteweyên din wekî asteng dibînin. Di zanistên civakî de ev rewş wekî ‘Kuştina Hebûnê’ tê pênasekirin. Ev ne tenê kuştina fizîkî ye tunehesibandin û înkara dîrok, ziman û rûmeta gelan e.
Siyaseta ku li ser kurdan tê meşandin jî, di dîroka modern de mînaka herî dirêj û qirkirine sîstematîk e. Dema em vê siyaseta înkarê bi mînakên cîhanê re muqayese dikin, em dibînin ku sê xalên sereke derdikevin pêş. Ev xal çine?
Înkara Hiqûqî û Destûrî: Wekî mînaka gelê Tamîl li Srî Lankayê yan jî tîbetiyan li Çînê, kurd jî di destûrên dewletên serdest de wekî gel nehatine qebûlkirin. Ev rê dide dewletê ku her daxwazeke mafan wekî îxanet pênase bike.
Guhertina Demografiyê: Çawa ku li Filistînê tê kirin, li Kurdistanê jî dewletên dagirker li herêmên kurdan tirk, ereb û eceman bi cîh kirin, navê gund, bajar û herêman guhertin da ku yekparebûna axa kurdan parçe bikin.
Înkara Aborî: Çavkaniyên sererd û binerd ên herêmê li gorî berjewendiyên dewletên dagirker tên talankirin. Ev çavkaniyên weke petrol, av, daristan, mîneralên xwezayî û hwd. talankirin. Tevî vê dewlemendiyê jî gelê herêmê di nava xizaniya herî dijwar de tê hiştin.
Îro li cîhanê pergala netew-dewlet a ku vê qirkirinê bi serê gelan tîne, di krîzeke kûr de ye. Siyaseta înkarê ya ku sed sal berê hatibû hûnandin, êdî nikare hebûna xwe li ser civakê ferz bike û birêve bibe.
Di vê çarçoveyê de, meseleya kurd êdî ne tenê pirsgirêka mafên çandî ye; ew bûye mifteya demokratîkbûna tevahiya herêmê. Dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe yên statukoparêz, hîn jî serî li înkarê didin da ku pergala xwe ya otorîter û qirker biparêzin.
Mînaka herî berbiçav a siyaseta înkarê û serkeftina li dijî wê, li rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Bêgûman mirov dikare vê weke têkoşîna ji înkarê ber bi hebûnê ve jî bi nav bike. Li vê herêmê heta sala 2011an, bi sed hezaran kurdên li Sûriyeyê wekî ‘biyanî’ ango bi gotina wan ‘ecnebî’ dihatin hesibandin û nasnameya wan tune bû. Ev asta herî bilind a înkarê bû; mirov hebûn, lê di qeydên fermî de tune bûn.
Têkbirina vê Siyaseta Înkarê ne hesan bû. Ji vî aliyî ve Şoreşa Rojava ne tenê kurd ji vê tariyê derxistin, bi pergala Neteweya Demokratîk bersiveke zanistî da siyaseta înkarê. Li şûna ku kurd jî bibin dewleteke netewe ya ku pêkhateyên din ên weke ereb, asûrî, ermen û hwd. înkar bikin, wan pergaleke pir-çandî, pir-neteweyî û pir-rengî ava kir.
Bêgûman ev pergala ne li gorî berjewendiyên hêzên navneteweyî bû. Îro êrişên li ser Rojava û dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berdewamiya siyaseta înkarê ne. Dewletên herêmî dixwazin vê modela ku înkarê ji holê radike têk bibin. Çimkî serkeftina Rojava tê wateya hilweşîna felsefeya ‘yekparêziyê’ li hemû Rojhilata Navîn. Lewma îro bi çavsoriyek mezin êrişê Rojava û destkeftiyên şoreşa wê dikin.
Dewletên dagirker bi dehan sal in li Kurdistanê bi siyaseta înkarê berjewendiyên xwe parastin û statukoya li ser vê siyasetê hatiye avakirin jî naxwazin têk biçe. Bi vê siyasetê hewl dan ku civakeke homojen ava bikin. Afirandina civakeke ku tenê bi yek zimanî difikire û bi hêsanî tê birêvebirin kirin armanc.
Li gel vê kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê yên li herêmên dagirkirî yek ji stratejiya siyaseta hêzên dagirker bû. Ji bo ku bikaribin vê siyasetê bi hesanî rêve bibin jî herdem şer weke gefekê li ser civaka navxweyî bi kar anîn. Bi afirandina dijminekî hundurîn ango kurdan, dewlet civaka xwe ya serdest di bin tirsê de dihêle û bi vî rengî desthilatdariya xwe ya antî-demokratîk rewa dike.
Siyaseta înkarê ya ku li ser gelê kurd tê meşandin, di roja me de gihîştiye qonaxeke krîtîk. Modela Rojava îspat kir ku înkar ne qedereke dîrokî ye. Heta ku nasnameya kurd û pêkhateyên din bi rengekî hiqûqî û destûrî neyê naskirin, îstîkrara siyasî û pêşketina aborî li herêmê pêkan nabe. Şerê îro li Rojhilata Navîn, şerê di navbera zihniyeta înkarê û zihniyeta pirrengiyê de ye. Lewma civaka kurd dibêje ‘em di şerê mayîn û nameyinê de ne.’


