Siyasetmedaran piştgiriya kampanyaya por honandinê kirin
Parlamenter û hunermendên jin ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo şermezarkirina zihniyeta DAIŞ û HTŞê porê xwe honandin.

Her ku êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji hêla tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, bertekên li hember zihniyeta qirker a çeteyan û êrîşên li dijî jinan zêde dibin. Piştî parvekirina vîdyoyek li ser medyaya dîjîtal ku nîşan dide ku endamek çeteyê HTŞê porê şervanek jin a YPJê yê birîye nîşan dide, jinên li çaraliyê cîhanê dest bi honandina porê xwe kirin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li Parlamentoyê, li kolanan û li deverên berxwedanê porê xwe honandin.
Siyasetmedarên wek Tulay Hatimogullari, Ayşegul Dogan, Çigdem Kiliçgun Uçar, Halide Turkoglu, Kezban Konukçu û Adalet Kaya, ligel lîstikvana jin Julide Kural û endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya ÎHDê Eren Keskin, porê xwe li gor awazên strana nû ya hunermendên Rojavayî ‘Em Bernadin’ honandin.


