Şoreşa rojava bi keziyan tê honandin
Hunermend Delîl Cemal li ser şoreşa keziyan ku li dijî hovitiya HTŞ û DAIŞe hatiye destpêkirin stranek bi navê, ‘Keziyên Keça Kurd’ çêkir.

Çeteyên hov ên HTŞ-DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê êrişî mirovahiyê dikin. Çeteyên hov bi taybet jî jinan dikin hedef û dixwazin îradeya gelê Kurd bi kiryarên xwe yên qirêj bişkînin. Piştî ku di medya dijîtal de çeteyek dîmenê jêkirina keziyê şervanek kurd-YPJê belav kir, jinên kurd yekser helwesta xwe nîşandan û kiryarên qirêj şermezar kirin. Jinên kurd kampanyaya ‘Hûn keziyek bibirin, em ê bi hezaran bihûnînin’ dan destpêkirin, porê xwe hunandin û li ser medyayên dijîtal parve kirin.
Hunermend Delîl Cemal ê ji başûrê Kurdistanê stranek li ser kampanyaya şoreşa jinan a bi navê ‘Kezî’ çêkir. Klîba strana bi navê ‘Keziyên Keça Kurd’ ji aliyê Dana Helelbceyî ve hate amadekirin. Di stranê de şoreşa jinên kurd û berxwedana jinan tê vegotin.
Gotinên stranê wiha ye:
“Kezyekanî Keça Kurd amilî serkewtin e
Bo çar parçê Kurdistan hewarî yekgirtin e
Kezyekani Keça Kurd bawerî azadî ye
Deste bendî dest tifengî sengerî şanazî ye
Kezyekanî Keça Kurd îlhamî giyanbazî ye
Bo hiwayî gelê Kurd beyraxî serbestî ye”


