Şoreşa Rojava û Paradîgmaya Neteweya Demokratîk

Her çend ji aliyê erdnîgariyê ve Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê be jî, di dîroka Kurdistanê de rola dil û mejî lîst. Rojava sînorên di mejiyan de hilweşandin û nîşan da ku azadî ne bi destûra hêzên hegemon, lê bi hêza cewherî ya gel pêkan e. Ev şoreş, bi paradîgmaya xwe ya zanistî û îdeolojîk, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye ronahiyek ku nîşan dide demokrasî û azadî bêyî dewletê jî dikarin werin înşakirin.

1 deqe xwendin
Şoreşa Rojava û Paradîgmaya Neteweya Demokratîk

Şoreşa Rojava, ku di nav agirê şerê navxweyî yê Sûriyê de wekî Rêya Sêyemîn derket holê, ne tenê guhertineke konjonkturel, di rastiyê de rûbirûbûneke dîrokî ya di navbera Modernîteya Kapîtalîst û Modernîteya Demokratîk de ye. Ev şoreş, ku li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê dest pê kir, îro veguheriye cîhaneke bîrdozî ku sînorên netew-dewletan dihejîne.

Ji înkara sîstematîk ber bi înşaya îradeyê ve

Ji bo fêmkirina cewherê vê şoreşê, divê mirov li paşxaneya wê ya sosyolojîk binêre. Gelê Rojava bi dehan salan di bin siha rejîma Baasê de bi polîtîkayên Kembera Ereb re rûbirû ma; hatin bênasnamekirin, bêaxkirin û ji hemû mafên xwe yên xwezayî hatin bêparkirin. Ji bo vî gelî, şoreş ne tenê guhertina desthilatdariyê ye; ew Vejîna Hebûnê ye. Ev vegerek e ber bi cewherê civakî ve ku di bin zexta netew-dewletê de hatibû tepisandin. Li vir, tespîta îdeolojîk a herî girîng ew e ku: Rojava nîşan da ku civakeke ku nasnameya wê hatibe înkarkirin, tenê bi rêya rêxistinbûneke xweser dikare hebûna xwe biparêze.

Paradîgmaya Neteweya Demokratîk: Alternatîfa sedsalê

Şoreşa Rojava li ser bingeha paradîgmaya Neteweya Demokratîk hat avakirin. Ev paradîgma, li dijî hişmendiya "yek netewe, yek ziman, yek al û yek dewlet" a ku Rojhilata Navîn kiriye gola xwînê, modela Yekîtiya di nav pirrengiyê de pêşniyar dike û pêş dixe. 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tespîta zanistî ya rêveberiya xweser ev e. Desthilatdarî ji navendê hat derxistin û ber bi komûn û meclîsan ve hat dabeşkirin. Di vê modelê de, netewe ne wekî kirdeyeke etnikî, lê wekî civakeke hiqûqî û polîtîk a ku hemû çand pekheteyên herêmê tê de cih digirin tê pênasekirin. Ev yek, krîza sedsalî ya netew-dewletê çareser dike.

Çima Rojava "teng" û "dijber" 

Yek ji pirsên herî girîng helwesta welatên Rojavayî ye. Her çend di warê taktîkî de li dijî DAIŞ'ê hevkariyê bikin jî, di warê stratejîk de vê şoreşê wekî metirsiyekê dibînin. Sedem ne leşkerî, lê îdeolojîk e. Hişmendiya lîberal a Rojavayî, hebûna modelekê ku li ser bingeha ekolojî, azadiya jinê û aboriya civakî ava dibe, wekî dijberê sîstema kapîtalîst dibîne. Welatên Rojavayî naxwazin modelek ku li derveyî kontrola navendî ya dewletê ye bi ser bikeve, ji ber ku ev model potansiyela wê heye ku bibe mînak ji bo gelên bindest ên li seranserî cîhanê.

Magnetîzma enternasyonalîzmê û azadiya jinan

Îro ji çar aliyên cîhanê azadîparêz berê xwe didin Rojava. Ev yek ne tesaduf e. Rojava îro bûye Mekeya Şoreşgeran a sedsala 21an. Sedema sereke ya vê magnetîzmayê Jineolojî û pêşengiya jinê ye. Di sîstemekê de ku jin azad be, civak jî azad dibe. Ev tespîta îdeolojîk, şoreşê ji çarçoveya neteweperestiyeke teng derdixe û dike şoreşeke mirovahiyê. Enternasyonalîstên ku tên Rojava, di vê şoreşê de hêviya jiyaneke ku ne di bin xizmeta sermayeyê de ye, dibînin.

Parçeyê biçûk û rola mezin

Her çend ji aliyê erdnîgariyê ve Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê be jî, di dîroka Kurdistanê de rola dil û mejî lîst. Rojava sînorên di mejiyan de hilweşandin û nîşan da ku azadî ne bi destûra hêzên hegemon, lê bi hêza cewherî ya gel pêkan e. Ev şoreş, bi paradîgmaya xwe ya zanistî û îdeolojîk, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye ronahiyek ku nîşan dide demokrasî û azadî bêyî dewletê jî dikarin werin înşakirin.

Dema mirov di vê çarçoveyê de li Şoreşa Rojava mêze bike hîn baştir dikare wate bide êrişên li ser vê herêmê. Di bingeha xwe de ev êriş bi armanca ji holê rakirina vê paradîgmayê tên pêşxistin. Ev jî nîşan dide ku ev êriş ne weke dijberiyek teng ya hin komên cîhadîst, dive weke dijberiya pergala cîhanê were nirxandin.