Sozdar Avesta: Tu kes ne demokrasiyê di tepsiyê de pêşkeşî me nake
Endama Konseya Rêveber a KCKê Sozdar Avesta di bernameya taybet a Stêrk TV de nirxandin li ser pêvajoyê kir. Sozdar Avesta di bernameyê de bersiv da van pirsan.

Endama Konseya Rêveber a KCKê Sozdar Avesta di bernameya taybet a Stêrk TV de nirxandin li ser pêvajoyê kir. Sozdar Avesta di bernameyê de bersiv da van pirsan.
Tevgera Azadiyê 26ê cotmehê de gaveke dîrokî avêtin û got ew ê hêzên xwe yên li bakurê Kurdistanê vekişînin. Divê ev pêngava dîrokî ya ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatiye avêtin çawa were nirxandin?
Tevgera Azadiya Kurdistanê di vê pêvajoyê de li gel erêkirina Rêber Apo pêngaveke dîrokî avêt. Di 26ê cotmehê de bi civîneke çapemeniyê daxuyaniyek hat dayîn ku di nav de endamên Konseya KCKê, fermandara YJA Starê, fermandarên HPGê yên ji bakurê Kurdistanê hatibûn, cih digirtin. Daxuyaniyeke girîng bû. Pêngaveke gelekî bi nirx bû. 25 gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên birûmet ên HPGê û YJA Starê yên li eyaletên bakurê Kurdistanê bûn. Weke we jî anî ziman ew cihên ku gumana lê pevçûn derkevin, hin kesên ku naxwazin ev pêvajo pêş bikeve yên weke ku berê jêre dewleta kûr dihate gotin, di paşerojê de pêvajoyên bi vîrengî vala derxistine.
Di demên derbasbûyî de tecrûbeyên bi vî rengî yên berbiçav jî hene. Bo nimûne di agirbestên derbasbûyî de gelek provokasyonên ku ji aliyê derdorên berbehs ve hatine kirin, hene. Em vê yekê baş dizanin. Herwiha tê zanîn ku di pêvajoya Osloyê de li herêma Peyanûs a Colemêrgê ji aliyê van hêzên berbehs ve mayin hatin danîn û di encama teqîna wan de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Herwiha dîsa di pêvajoya sala 2013yan de li Parîsê damezrînera Tevgera Azadiya Kurdistanê ya PKKê rêheval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê hêzên ku em jêre dibêjin derveyî normên dewletê û ji aliyê kesên ku nedixwestin ew pêvajo ser bikeve ve hatin kuştin. Pêvajoyên bi vî rengî tim bi provokasyonan re rû bi rû mane. Bi rastî jî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bi biryardarî dixwazin bigihînin armancê û serkeftinê. Ji ber wê yekê li gel erêkirina Rêber Apo pêngaveke bi vî rengî hat avêtin. Herwiha dîsa me di kongreya xwe ya 12emîn de ev pêvajo hemû nirxand,weke Tevgera Azadiyê em di tiştên ku dikeve ser milên me, rewşa ku em dikarin çawa destê Rêber Apo xurt bikin û em nehêlin ku pêvajo bi provakasyonan re rû bi rû nemîne de hemfikir û hevbeş bûn.
Di encama van hewldanan de ew deverên wisa ku li ser xeterî hebûn, me gerîlayên li wan deveran bi awayekî tenduristî û li gorî derfetên xwe vekişandin. Ev pêngaveke girîng bû. Helbet di daxuyaniyê de jî cih girt ku cih û ceperên li ser sînor jî ên wisa xeterî li ser hene, em li ser wan jî disekinin û em wan jî sererast dikin. Lê belê ev yek girîng bû. Bêguman li ser raya giştî û pêvajoyê bandoreke pir erênî kir. Yanî ev pêngav jî berdewama pêngava 11ê tîrmehê ya di pêşengtiya hevserokatiya Konseya Reveber a KCKê de ye. Wê demê jî bandoreke mezin kir. Li seranserê cîhanê, li herêmê, Tirkiye û Kurdistanê bandoreke mezin kir. Lê belê gelo piştî wê çi hat kirin? Divê em li wê binêrin. Helbet diviya di çarçoveya vê pêvajoyê de hin pêngav bihatana avêtin. Lê belê ev yek pêş neketin. A niha ev yekzêde tê lêpirsîn. Yan jî cihê pirskirinê ye û rê li ber derketina nakokiyan vedike. Tê gotin ku çek jî hatin şewitandin lê belê zêde guherîn çênebû û çima vê carê hêzên xwe vekişandin? Dibêjin ku pêvajo hatibû ber xitimandinekê, sistbûnek têde hebû, bi awayekî negatîf pêş diket, Tevgera Azadiyê tiştek jî bi dest nexistibû û çima ev pêngav avêt? Pirs, rexne û bendewariyên bi vî rengî di nava raya giştî de, li ser çapemeniyê û medyaya dijîtal tên kirin. Di heman demê de ji dost, derdor û gelê me jî pirsên bi vî rengî tên kirin.
Dipirsin bê ka çi bû û we çima pêngaveke bi vî rengî avêt. Em dixwazin vê yekê bibêjin ku ev yek girîng e, Rêber Apo di banga xwe ya 27ê Sibatê de da diyarkirin ku ev pêvajo ne pêvajoyeke bazirganiyê ye. Ku di çarçoveya vê bide û wê jî bigire de were nirxandin. Herwiha Rêber Apo ev yek di daxuyaniya xwe ya bidîmen de jî anî ziman. Lê belê divê kesên li hemberî me wisa fêm nekin ku ev bazirganiyeke e. Tiştên ku divê werin kirin, hene. Yanî em pêngavan pêş dixinû tiştên ku divê li hemberî wan werin kirin, hene. Divê pêngavên ku ji aliyê dewlet û desthilatdariya heyî ve werin avêtin hene. Pir zêde ne jî. Di serî de diviya çi bihata kirin? Divê piştî 11ê tîrmehê û wir ve dewletê ku di daxuyaniya ji aliyê Besê Hozat ve hat xwendin de jî cih digire ku tê gotin ku divê qanûnên azadiyê werin derxistin. Ji bo derbasbûneke bi tendurist pêk were, divê qanûnên wê werin çêkirin. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk werin derxistin. Divê pirsgirêka kurd bi awayekî qanûnî di nava Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk de were pênasekirin û bicihkirin. Ji ber vê yekê diviya ev pêngav bihatana avêtin. Weke dihat xwestin ev pêngav pêş neketin. Di 5ê tebaxê de komîsyonek hat avakirin. Ev komîsyon heta niha jî dixebite. Ev komîsyon ji aliyê Tevgera me ve, ji aliyê rewşenbîr û gelek derdorên ku di vê mijarê de xwedî ezmûn in ve pir bi tundî hat rexnekirin. Me bi xwe jî di bernameya beriya vê de dabû diyarkirin ku komîsyonê bi awayekî şaş dest bi xebatê kir. Diviyabû m


