Starmer û Xi Jinping: Rêbaza diyaloga herî çêker a siyaset e
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer û Serokê Çînê Xi Jinping li paytexta Çînê li Pekînê civiyan. Hat gotin ku rojeva wan zehmetiyê jiopolîtîk bûne.

Ji 2018ê şûn ve yekemîn serdana Çînê ye ku ji aliyê Serokwezirê Îngilistanê ve pêk tê. Ev serdan ji ber ku di vê serdema aloziya navbera Avrupa û Amerîkayê zêdetir dibe de pêk tê hê bêtir balê dikişîne ser xwe. Ji ber ku di vê serdemê de ji ber siyaseta fişarê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump navbera Amerîka û Avrupayê xira dibe û ber bi kaoseke ne diyar ve diçe. Serdana Îngilistanê ya Çînê jî wek pêşketina dijberê vê fişarê tê dîtin û siyasetê danûsitandinên dîplamatîk ên di navbera Avrupa û Çînê de her ku diçe li pêş dikeve. Ji ber vê ye ku ev geşedan her diçe zêdetir balê dikişîne ser xwe û dikeve rojeva raya giştî ya cîhanê.
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer û Serokê Çînê Xi Jinping li Eywana Gel ya Mezin a Çînê pêk hat. Çîn ji bo serdanên girîng vê eywanê bikar tîne. Starmer di hevdîtinê de pesnê çînê û lîderê Çînê dide û dibêje: “Çîn di hola cîhanê de xwedî risteke diyarker e.”
Starmer: Çîn û Îngilistan diyalogê li pêş dixe
Starmer li gel van axaftinên xwe bal kişand ser nakokiyên navbera Îngilistanê û Çînê jî. Starmer diyar kir ku wan rê li ber pêşxistina derfetan vekir lê ji bo çareseriya nakokiyên navbera he du aliyan jî rê li ber diyalogê hat vekirin.
Serokê Çînê Xi Jinping bal kişand ser aloziya rewşa navneteweyî û dibêje, “pêwîstî bi siyasetên demdirên ên pozitîf heye û di ser van siyasetên demdirêj de dê têkiliyên hê xurt bên avakirin.”
Xi Jinping: Civîn dê xizmet aramiyê bike
Xi Jinping di civînê de diyar kir ku hevditina wî û Keir Starmer dê xizmeta navbera her du welatan û aramkirina aştiya cîhanê bike. Xî Jinping destnîşan kir ku hevdîtin û diyalog ji bo vê rêbaza herî çêker a siyasetê ye.
Serokê Çînê Xi Jinping di dawiyê de jî bal kişand ser zor û zehmetiyên heyî û got: “En neçarin ku ji b ovan zor û zehmetiyan rê û rêbazên çêkirinê ava bikin. Ji bo vê jî hevkarî nebe nabe.” Piştî van hevdîtinan peymanên hevkariya aborî û bergirtina hewldanên navneteweyî yên di navbear aliyan de dibe sedema regeşiyan jî hatin îmzekirin.
Navbera Londra û Pekînê deh sal berê baş bû. Piştî ku Pekînê yasaya ewlehiya Çînê sparte Hong Kongê, ev têkiliyên erênî ji sala 2020ê ve xira bû.
Trump ji bo serdana Kanadayê ya Çînê bertek nîşan da
Beriya vê hevdîtinê di navbera Çîn û Kanadayê de jî hevditineke di vê astê de pêk hat. Di navbera Çîn û Kanadayê de li gel nakokiyên heyî têkilî hat danîn, peymanên aboriyê hatin îmzekin û qewlê diyalogê hat dayîn. Li ser vê yekê fişara Serokê Amerîkayê Donald Trump hê zêdetir bû û gef li Kanadayê xwar. Di gefxwarinê de diyar kir ku dê Amerîka cezayê baca ambargoyê ya li se Kanadayê derxe ji sedî sed.
Piştî Serdana Starmer çav li bertekên Trump e
Ji ber vê helwesta Îngilistanê çav li ser helwesat Donald Trump e. Tê payîn ku Trump ji bo vê jî bertekên tund nîşan bide.
Serdana Starmer ya ji bo Çinê piştî fişara Donald Trump ya li ser Gronlandê pêk hat. Serokê Amerikayê Donald Trump dixwaze ku Grolandê ji Danîmarkayê bistîne. Lê Ewropa vê wek fişareke li ser xwe dibîne û dagirkirina Grolandê qebûl nak. Ji bo vê jî welatên NATOyê yên Ewropayê ji bo Grolandê bertek nîşan dan û biryara tatbîkata leşkerî ya hevpar dan û li Grolandê vê tatbîkatê pêk anîn.
Donald Trump gefa pêkanîna cezayê baca gumrikê li van welatên endamê NATOyê yên Ewropayê xwar. Li ser vê gefê Avrupayê peşve gav neavêt û helwesteke hevpar nîşan dan. Lê piştî vê Trump peşve gav avêt. Lê hê jî naye zanîn ku aloziya navbera van welatan dê bi çi rengî li pêş bikeve.


