Statûya xwecih, kêmîne û mişextiyan
Li Tirkiyeyê bi zanebûn têgehên polîtîk û civakî tevlihev dikin. Ji wan têgehan yek, tevlihevkirin û alozkirîna statûya mafên gelên xwecih, kêmîne û mişextan e.

Li Tirkiyeyê bi zanebûn têgehên polîtîk û civakî tevlihev dikin. Ji wan têgehan yek, tevlihevkirin û alozkirîna statûya mafên gelên xwecih, kêmîne û mişextan e. Li gorî îdelojiya wan a fermî kok û raza gelan çi dibe bila bibe, li Tirkiyeyê her kes tirk e. Kes an koma ku vê îdeolojiya nijadperest nepejirîne û neparêze tê cezakirin. Li gorî mercên peymana Lozanê li Tirkiyeyê bi tenê xiristiyan kêmîne hatine pejrandin û gelên xwecih û kêmîneyên misilman bê statû hiştine, hemûyan radestî bêwijdanî û bêdadmendiya tirkan kirine. Hal bû ku îro ji derî xiristiyanan 26 gelên xwecih, kêmîne, koçer li Tirkiyeyê hene. Li Tirkiyeyê ev her sê kom (xwecih, kêmîne û mişextî) ji mafê xwe yên neteweyî, demokratîk û çandî bêpar in. Hejmara van komên bêmaf ji nîvê şêniyên Tirkiyeyê bêtir e. Li gorî prensîp û pîvanên Neteweyên Yekbûyî (YE) û demokrasiyê, statûya mafê van her sê koman cuda ye. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de taybetî û cudatiyên statûyên her sê koman bi kurtî rave ûdestnîşan bikim.
Xwecih: Gelê xwecih ew gel e ku ji kevn ve li herêma xwe li ser axa xwe dijî; ji cihekî din nehatiye û li wir bi cih nebûye. Xwedî ax, cografya, dîrok, ziman û çanda xwe ya resen û taybetî ye. Bi latînî ji gelê xwecih re dibêjin gelê ‘otokton’. Bi tirkî jî ‘yerli halk’ tê gotin. Gelên xwecih, xwe wek kêmîne nahesibînin. Ji ber ku kalbavên wan ji kevn ve li ser axa xwe jiyane; gelên din paşê hatine welatê wan dagir kirine û li ser civata wan desthilatdariya xwe ava kirine. NY di rapora xwe ya sala 1986’an de ji bo gelên xwecih sorik û eskîmoyên Kanadayê, aborjînên Awûstralya û samên (laponên) Skandînavyayê mînak dane.
Kêmîne: Gelên kêmîne (azınlık) ew gel in ku paşê an jî di heman demê de ji cîyekî hatinê li wî welatî bi komî bi cih bûne; ziman, çand û tradîsyonên xwe diparêzin û welatiyên dewleta xwe ne. Lêbelê hejmara wan ji ya desthilatdaran kêmtir e. NY’ê ji bo kêmîneyan jî vê mînakê daye: Quebecên Kanada, sko


