Stranbêjên Rojava li dijî êrişan klîba ‘Em bernadin’ derxist
Stranbêjên Rojava li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO, DAIŞ û Tirkiyeyê kilîba “Em bernadin” derxist.

Stranbêjên li Rojava li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ, SMO û Tirkiyeyê ku di 6ê Çileyê vir ve berdewam dikin kilîbeke nû bi navê “Em bernadin” derxist. Di kilîbê de berxwedana gel a li dijî êrişan bi awayekî hunerî hatiye nişan dan û gotinên stranê jî qala berxwedana gel dike.
Gotinên stranê wiha ne;
Serê me li çiyan bilindtir e
Em kurd in, merdin bi soz in bi doz in
Keçê ewirên tê agirin disojin
Em ê welatekî ava bikin
Bi berxwedana canmerdan dîrok nivîsandin
Bila li Rojava hilkevê dengê tililiyan
Hey dayik bi gorî, Hey dayik bigorî
Tanq ji we kevir ji me
Mirin ji wê jiyan ji me
Alahû ekber ji we berxwedan ji me
Guleyên we sînga merxasan nabirin
Jiyana me bibe koçberî
ne carekê û dused carî
Heta kokekî şîn hebe em bernadin welat tu carî
Hûn ê bibin xalî em ê bimînin


